Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dewletê esnaf qedandin!

Qeyrana aborî, her diçe kûrtir dibe. Esnafên Bazara Semtê ya Firatê ya navçeya Bûca ya Îzmîrê, destnîşan kirin ku rewşa bazarê û rewşa wan ne tu rewş e. Esnafên bazara li Bûcayê, bilêv kirin ku dewletê ew qedandine û dixisirin

Ozkan Toprak (30) ku ji zarokatiya xwe li bazarê esnaftiyê dike, diyar kir ku her diçe hejmara kesên tên bazarê kêm dibe. Toprak anî ziman ku kîloya mandalîn û pirteqalan bi 2 lîreyan difiroşin û rojê ancax 100 lîreyî qezenc dikin. Toprak da zanîn ku 100 kîlo zebze û fêkî ji halê dikire lê belê piraniya zebze û fêkî an di dest wî de dimînin an jî xera dibin. Toprak destnîşan kir ku polîtîkayên hikûmeta heyî nikare ji derheqê qeyrana aborî derkeve û wiha got: “Behsa bazarên tanzîmê dikin. Lê wexta li bazarên tanzîmê fêkî û zebze tên kirîn, xemeke wan a ji bo bacê û sotemeniyê tune ye. Dewlet her tiştî dide. Bila dewlet mesrefên me jî bide, em ê jî bi wî fiyetî bifiroşin. Gel tê bazarê lê wexta çav li fiyetan dikeve aciz dibe. Êdî mirov nikarin fêkîiyan jî bixwin.” Toprak anî ziman ku dewlet kujerê esnafên biçûk e û esnaftî qedandiye.

Nikarin tiştekî bikirin

Esnafê bi navê Erdofan Kuçuk ku li bazarê goran difiroşe, destnîşan kir ku hikûmeta heyî nikare welat bi rê ve bibe. Kuçuk anî ziman ku par wî ji halê bi 10 lîreyan 10 heb gore dikirîn lê belê niha bi 20 lîreyî dikire. Kuçuk diyar kir ku ji kincan bigire heta fêkî û zebzeyan her tişt ji sedî sed biha bûye. Kuçuk bilêv kir ku niha xweşikî tiştek di destê wî de namîne û êdî hatiye wê astê ku nikare ji tomerîfiroşan tiştekî jî bikire. Her wiha Kuçuk bal kişand ser bazarên tanzîmê jî û got ku ji bo hilbijartinê hatine vekirin û wexta hilbijartinê biqede dê ev bazar jî biqede.

Esnafê bi navê Ferzende Denîz jî anî ziman ku ji ber mazot biha ye nikare li nav baxçeyê xwe marolan biçîne. Denîz destnîşan kir ku dewlet henekê xwe bi aqilê mirovan dike û sedema qeyrana aborî hikûmet bixwe ye. Denîz wiha got: “Ji ber gubre, derman û mazot biha ye em nikarin tiştekî biçînin. Niha em marolekê bi 4 lîreyan difiroşin. Heta êvarî wexta 100 heb marol bifiroşim kêfxwe dibim. Lê dîsa jî heqê yewmiyeya min dernakeve. Lê wexta em van tiştan bilêv dikin dewlet ji me re dibêje ‘terorîst’. Diviya rojê min 60-70 marol bianiyana bazarê lê 30-40 hebî tînim.”

Ev rezaletî ye

Welatiya bi navê Ayşe Ozkok ku bi 50 lîreyî hatiye bazarê lê belê nikaribûye tiştekî bikire. Ozkok wiha got: “Hikûmet pesnê xwe dide û dibêje me meaşê kêmtirîn zêde kir. Lê wekî sedeqeyê dide ber mirovan. Yekê dide 5’an distîne. Hefteya borî fiyetê marolê 3 lîre û nîv bû, lê niha bûye 4 lîre. Mirov nikarin tiştekî bixwin, bi birçîbûnê tên terbiyekirin. Bi 50 lîreyî hatim lê niha selika min vala ye û diçim malê. Ev rezaletî ye wekî din ne tu tişt e.” ÎZMÎR

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar