Di saetên êvarê de polîsan bi ser mala malbata Ergul a li Taxa Uluyolê ya navçeya Bazîd a Agiriyê de girt. Di serdegirtinê de endamên malbatê Bêrîtan Ergul, Gulcan Ergul, Serhat Ergul, Leyla Ergul û Harûn Rojhat Ergul hatin destgîrkirin û polîsan gule li malê reşand.
Her wiha hat diyarkirin ku polîsan di lêgerînan de mal serûbin kirine û derî şikandine û li baxçe jî hin cih kolandine.
Stendina îfadeya kesên hatine destgîrkirin dewam dike.