Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Dewletên cîhanê hemû li New Yorkê bûn

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Vê hefteyê ji bo civîna giştî ya 76’an a NY’yê nûnerên hemû dewletên cîhanê, hinek bi videoyan xwe, hinek jî zindî li New Yorkê bûn.

Di vê civînê de, mîna civînên berê gengeşiyên tûj û dijwar nehatin dîtin. Her wiha gelek mijarên girîng jî nehatin pêşkêşkirin. Peyamên nerm, global û gilover hatin dayîn.

Jixwe hevdîtinên balkêş jî tunebûn. Dibe ku ji ber sedema koronayê, giraniya peyaman ne yekser û zindîbûn, bi rêya videoya bûn.

Bêguman çavê herkesî li ser hevdîtinên Biden bûn. Hat diyarkirin ku bi tenê li gel 3 nûnerên dewletan hevdîtin pêk aniye. Helbet a pir dihat meraqkirin ji aliyê kurdistaniyan ve, hevdîtina R.Erdogan û Biden bû! Lê ev pêk nehat.

Jixwe her çendî vekirina Mala Tirka dida xuya kirin lê armanca wî ya sereke hevdîtina li gel Biden bû. Ne bi tenê pêknehatina vê hevdîtinê, kesî fermî ew pêşwazî jî nekir. Bê eyb û şerm, di medyayên xwe de gotin, “wezîrê me yê derve Çavuşoglu û cîgirê wî, Serok R.Erdogan pêşwazî kirin”! Her wiha hevdîtina wî ya li gel Serokwezîre Yewnenistanê Miçotakis jî derew derket, ji ber ku di heman roj û demê de, Ekrem Îmamoglû û Miçotakis li Atînayê hevdîtin dikirin!

Bi giştî di vê civîna ewqas bilind de, du mijarên girîng derketin pêş. Yek; mijara Peymana AUKUS a navbera Amerîka-Avusturalya-Ingîstanê bû. Dudu; mijara Kurdistanê bû.

Ji ber ku Biden, di vê navberê de li gel Serokwezîrê Avûsturalyayê Scott Morisan, Serokwezîrê Îngilistanê Borris Johnson û Serokomarê Iraqê Berhem Salih re rûnişt. Ev helwest, siyaseta DYA’yê ya vê serdêmê jî nîşan dide.

Ji ber ku bi peymana AUKUS’ê, li dijî Çînê projeyek gelek mezin a binavê ya deryayî ew ê bidin meşandin. Ev peymanek, bergirî ya parvekirina teknolojiya nuklerî ye. Çîn, bi dengekî bilind nerazîbûna xwe li dijî vê peymanê diyar kiriye.

Li aliyê din Fransa jî, ne raziye ji vê peymanê, ji ber ku Avusturalya, bi vê peymana AKUSE, peymana mezin a bi heman naverokê ya  navbera xwe û Fransayê betal kiriye.

Ji bo mijara Kurdistanê jî DYA, li gel hevdîtina bi Berhem Salih re, hem şandeyek ji Rêvebereriya Xweser û hem yek ji ENKS’ê vexwendine New Yorkê. Bi vê re jî, dixwazin hem rê li ber pêşveçûna Çînê hem jî li ya Rûsyayê bigirin. Divê were bîra me, hefteya berê jî Rûsya heyeta Rêveberiya Xweser vexwendibûn Moskovayê.

Her wiha ev helwesta ‘wêrekî’ ya Kiliçdaroglu û  CHP’a wî ya ji bo çareseriya pirsa kurdan jî, dibe ku ne ji derveyî vê projeyê be! Ew şandeya wan a çûna Bexdayê û Hewlêrê, her wiha niha jî daxwaza “dostaya” li gel HDP’ê û hwd. gotinek wisa jî derket ku Kilçdaroglu di demek ne dûr de diçe Washingtonê.

R.Erdogan çûye Amerîka li “krediyê” digere lê krediya wî ya li aliyê din têk diçe. Dostaniya wî ya li gel Rûsya û Îranê, her roj xerabtir dibe. Li gorî saloxan, ji ber siyaseta wî ya kambax a derve û bi taybetî jî ya li Iraqê û Sûriyeyê, piştî 6 generalan niha jî 5 generalên wî yên niha fermandar in li ser şer, dev ji kar berdane! Nexweşî, şer û aloziya li Idlibê mezintir dibe, hîn jî kuştina 3 eskerê xwe, nikare destnîşan bike ku ji aliyekê ve hatiye kuştin.

Gelo dibe ku hevsarê R.Erdogan hatibe kişandin û rê ji CHP’a Kiliçdaroglu re hatibe vekiribin?

Nûçeyên Têkildar