Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dewletên Ewropayê tehamulî dengê kurdan nakin

Di şeva 22-23’yê nîsanê de polîsên Belçîkayê bi ser studyoya Stêrk Tv û Medya Haberê de girtin û gelek alav û amûrên wan şikandin. Zerarek mezin dan studyoyên televîzyonan. Xwestin ku êdî kar li vê studyoyê neyê kirin û weşan bê rawestandin. Lê bi ser neketin. Gelê kurd hem li Ewropa û hem jî li dervî Ewropayê bertekên xwe anîn ziman. Dema em li hinceta serdegirtina televîzyonan dinerin, em dibînin ku li pişt perdê  Tirkiye heye. Dibe ku bi fermana Fransa ev serdegirtin pêk hatibe. Lê Fransa berdevkiya Tirkiyeyê dike. Ji ber ku hemû dewlet berjewendiyên hev diparêzin.

30 sal berê kurdan li Ewropayê televîzyona MED Tv vekirin. Çawa ku 126 sal berê rojnameya Kurdistan li xerîbiyê li Qahîrê dest bi weşanê kir û hewl da bibe dengê gelê kurd, televîzyona MED Tv jî li xerîbiyê li Ewropayê dest bi weşanê kir. Çawa ku dewleta Osmanî ferman da rayedarên Qahîrê û xwest weşanê qedexe bike, dîsa 25 sal berê Tirkiye ferman da dewletên Ewropayê û MED Tv qedexe kirin.

Ji sala 1995’an heta niha MED Tv, Medya Tv, Roj Tv, Nûçe Tv, Medya Haber û  Stêrk tv li welatên Ewropayê weşan kirin û hewl dan bibin deng û hawara kurdan. Lê kengî televîzyonên kurdan mezin bûn. Xwe kirin xwedî hêz, dengê xwe gîhand milyonan, vê carê welatên Ewropayê li ser daxwaza Tirkiyeyê ev deng û qêrîna kurdan a li Ewropayê fetisand û qanalên kurdan girtin.   

MED Tv di 30’ê adara 1995’an de li Londrayê dest bi weşanê kir. Piştî 4 salan, Londra televîzyona kurdan qedexe kir. Li şûna MED Tv, MEDYA Tv dest bi weşanê kir. MEDYA Tv li Fransayê dest bi weşanê kir û di sala 2004’an de hat girtin. Di heman salê de ROJ Tv li welatê Danimarkayê dest bi weşanê kir. ROJ Tv jî wekî MED Tv û MEDYA Tv weşana xwe berdewam kir û hewl da bibe dengê gelê kurd û dengê gelên bindest. Bi gelek zimanan weşan kir. Li ser zextên Tirkiyeyê dîsa  ROJ Tv di sala 2013’an de hat girtin. Vê carê kurdên Ewropayê li şûna ROJ Tv, Nuçe Tv û Sterk Tv vekirin. Piştî ku NUÇE Tv jî hat girtin niha li şûna wê Medya Haber weşanê dike. Em dibînin ku di nava 30 salên dawî de 4 televîzyonên kurd hatin girtin û neçar man li welatên din weşanê bikin. Niha Medya Haber Û Stêrk Tv li Belçîkayê weşanê dikin, lê bi fermana Fransa û Tirkiyeyê polîsên Belçîkayê bi ser studyoyên televîzyonên kurdan de digirin.

Dema em li vê pêvajo û dîmenên giştî dinerin, em dibînin ku her çend welatên Ewropayê navenda “demokrasiyê” tê dîtin jî tenê ji bo miletê xwe û welatê xwe demokrat in. Tenê ji bo xwe demokrasiyê diparêzin. Tenê li ser esasê berjewendiyên nijada xwe û dewleta xwe gavan davêjin. Kes, kom, partî û rêxistinên ku li dervî wan ji bo hebûn û nasnameya xwe xebatê bikin û têbikoşin em dibînin bi awayekî tên astengkirin û dikin hedef.

Ev helwesta dewletên Ewropayê nîşanî me didin ku statuya kurdan, nasnameya kurdan û dengê kurdan qebûl nakin. Lê îro her çend dewlet kurdan qebûl nekin jî gelên welatên Ewropayê êdî kurdan baş nas dikin. Her çend dewletên Ewropayê ji bo berjewendiyên xwe bixwazin dengê kurdan qut bikin jî êdî dostên kurdan û gelên Ewropayê li ser esasê xeta sêyemîn ji bo yekitiya gelan têdikoşin û hebûna kurdan nasname û zimanê kurdan qebûl dikin. Eger îro li Ewropa û welatên cîhanê gelên xwedî nasname, ziman û baweriyên cuda destê xwe bidin hev û li hev xwedî derkevin, dê hemû polîtîkayên dewletan pûç bibin. Ji ber ku yên bi hevr e dijîn û bêtir hev nas dikin gel bi xwe ne. Divê herî zêde gel hev biparêzin û piştgiriyê bidin hev. Ji xwe xeta sêyemîn jî yekitiya gelan hevkariya gelan ji me dixwaze.

Nûçeyên Têkildar