Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dewran êdî bi soranî ye

Pirtûka hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji mijdara 2016’an vere di girtîgeha Edîrneyê de ye, ya bi navê Dewran ku bi zimanê tirkî hatibû nivîsandin ji aliyê wergervan Ferhad Çomanî ve wergerî zaravayê soranî hate kirin

Piştî Pirtûka Seher, duyemîn pirtûka Selahattîn Demîrtaş a bi navê “Dewran” ji aliyê Weşanên Îletîşîm ve hat çapkirin û di 12’ê nîsanê de gihişte ber destê xwendevanan.
Piştî Pirtûka Seher a Demirtaş ji aliyê xwendekarên Kurd ve bi awayek germ hate pêşwazîkirin, nivîskar û wergervan Ferhad Çomanî duyemîn pirtûka Selahattin Demîrtaş “Dewran” wergerand Kurdî (zaravayî Soranî). Herdu pirtûkên wî bûn pirtûkên herî zêde di pêşangehên Sine û Hewlêrê de hatîn firotin.
Ferhad Çomanî li ser wergera pirtûka Dewran ji Rojnews’ê re axivî û aşkera kir ku di nava 15 rojan de pirtûk werger kiriye û wiha got: “Riyên yasayî temam bûne. Weşanxaya Îletîşîm rê da ku li Weşanxaneya Endêşe ya Silêmaniyê were çapkirin. Wê di rojên pêş de were weşandin.”
Çomanî da zanîn ku dê pirtûka Dewran jî weke ya Seher bi awayekî germ were pêşwazîkirin û ji niha ve gelek kes li benda weşandinê ne. Çomanî bal kişand li ser naveroka pirtûkê û wiha axivî: “Demîrtaş kesekî siyasî ye û timî parastina mafên gelên bindest û tên sitemkirin dike. Lewma di pirtûkên wî de jî ev derdive pêş. Karekterên di nava çîrokên wî de xelkên bindest û mafên wan li Tirkiyeyê hatine xwarin, yan bêkar in. Her wiha qala êş û azarên wan dikin.”

Ferhad Çomanî bal kişand li ser ferqa Demîrtaş a ji nivîskar û siyasetmedarên din û wiha got: “Pirtûka Dewran pirtûkek gelek balkêş e. Hemû pîvanên zanistî yên romana û çîrokan tê de hatine bikaranin. ”
Nivîskar û wergervan Ferhad Çomanî ciwanekî ji herêma Biradoste û heta niha 8 pirtûk nivîsandine û werger kirine. Yekem pirtûka wî bi xwe ‘Pencekan tiştekê dibêjin’ bû. Di sala 2013’an de hate weşandin. Ji tirkî, zaravayê kurmancî û farisî pirtûk werger kirine. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar