Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dewreya perwerdeyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû

Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Ehmed Reşîd a Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku ​​​​​​​Akademiya Şehîdên Asayîşê ya Taxa Şêxmeqsûd mehek berê dabû destpêkirin, bi merasîmekê bi dawî bû

Akademiya ‘Şehîdên Asyîşa Helebê’ ya Taxa Şêxmeqsûd 3’yemîn Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Ehmed Reşîd bi merasîmekê bi dawî kir. Di merasîma bidawîkirina dewreyê de bi dehan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên saziyên sivîl û malbatên kesên tev li dewreyê bûn, beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Dewreya perwerdeyê heyvekê berdewam kir. Di dewreyê de dersên birdozî û leşkerî hatin dayîn. Merasîma bidawîkirina dewreyê bi toreneke leşkerî ve dest pê kir.

Di merasîmê de berpirsê dewreya perwerdeyê Qehreman Bekir axivî û wiha got: “Bi saya têkoşîna şehîdan, gelê me di vê pêvajoya şoreşê de gelek destkeftî bi dest xistin. Îro jî hemû pêkhate bi hevre dijîn. Lê dewleta tirk a dagirker naxwaze ku biratiya gelan hebe. Ji ber wê jî êrîşî gelê me kir da ku tevliheviyê di navbera wan de derxîne. Lê divê neyê jibîrkirin ku vîna gelan, ji êrîş û siyasetên wan ên faşîst pir xurtir e.”

Her wiha endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îlham Hesûn û ji rêveberên Kongreya Star jî Nehla Mûstefa axivîn û bidawîkirina dewreyê li endaman pîroz kirin.

Piştî axaftinan jî rêveberiya akademiyê bawername dan beşdarên dewreyê. Herî dawî jî beşdarên dewreyê soza parastina ewlehî û aramiyê dan û merasîm bi dawî bû. HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar