Dewreya perwerdeyê ya Pîroz Mawa ku bi beşdariya 35 jinan li Wargeha Mexmûrê hatibû destpêkirin, bi dawî bû
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 20 roj berê dewreya perwerdeyê ya Pîroz Mawa hatibû destpêkirin. Dewreya perwerdeyê ku 35 jin tev lê bûbûn, bi merasîmekî bi dawî bû.
Di merasîmê de endama Meclisa Îştarê Cîhan Kaplan axivî û wiha got: “Bi giştî mijarên perwerdeyê li ser jinê bû. Di vê çarçoveyê de perwerde hate dayîn. Ev tişt ji bo pêşketina jinê girîng bû. Dewreya me 20 rojan dom kir. Ji bo gelê kurd saleke zor û zehmet bû. Lê ligel zor zehmetiyan jî, jinan li hemberî dijmin serî netewandin. Em ê bi perwerdeyên xwe bersivê bidin dijmin.”
Piştî axaftinan jî li beşdarên dewreyê belge hatin belavkirin. Merasîm bi pîrozbahiyê bi dawî bû. MEXMÛR