Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Deyndar û Şoreş heta nefesa dawî li dijî dagirkeran şer kirin

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê şerê li Wanê derketî de daxuyaniyek weşand. HPG’ê diyar kir  di 31’ê tebaxa 2023’an dema ku hevrê Şoreş û Deyndar ji bo wezîfeyekê li navçeya Qelqelî ya Wanê bûn şer qewimî. Û wiha hat gotin: “Di saetên sibehê de dijmin hewl dida ku cihê hevrêyên me lê ne, dorpêç bike. Hevrêyên me bersiva dijmin dan û şerekî qiran qewimî. Bi sedan dagirkeran nedikarin ji bejahî ve û bi sing û sing şer bikin û nedikarin bi ser hevrêyên me de biçin. Dagirkeran bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê cihê ku her du hevrêyên me lê ne bi saetan bombebaran kir û di encama vê yekê de hevrêyên me Şoreş û Deyndar şehîd bûn.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ev zarokên hêja, bi wêrek û fedayî yên gelê me yê Rojava û Rojhilat, hemû jiyana xwe û canê xwe fedayê doza azadiya gelê me kiribûn. Di nava têkoşîna azadiyê de bûn xwedî meşeke bêyî teredut. Berxwedana gerîla ya li Bakurê Kurdistanê mezin kirin û tevlêkariyên girîng kirin. Di her şer û mercên zehmet de li ber xwe dan û şer kirin. Ji wezîfe heta wezîfeyê, ji çeper heta çeperê bi hezkirinek mezin, bi coş û tempoyê xebat meşandin. Her wezîfe û berpirsyariyê bi serkeftî anîn cih. Bûn mîlîtanên fedayî yên Apoyî ku rolê pêşengiyê ya partiya me PKK’ê û rolê demê lîstin. Dema ku cara dawîn bi dijmin re rû bi rû hatin, bi wêrekî li ber xwe dan. Li dijî dijmin serî netewandin û bi zimanê ku dagirker fêm bikin bersiv dan. Bêyî teredut ber bi şehadetê ve meşiyan.

Em sersaxiyê ji malbatên hêja ya hevrêyên xwe Şoreş û Deyndar û gelê welatparêz re dixwazin. Bîranîn û meşa fedayî ya hevrêyên me, ti carî nayên jibîrkirin.

 

Agahiyên derbarê du gerîlayên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Şoreş Berxwedan

Nav û Paşnav: Nebî Ahmed

Cihê ji dayikbûnê: Efrîn

Navê Dayik – Bav: Sûltan – Mûhammed

Cih û dîroka şehadetê: 31’ê Tebaxa 2023’an / Wan

 

Nasnav: Deyndar Xalit

Nav û Paşnav: Îsmaîl Şûcaî

Cihê ji dayikbûnê: Kotol

Navê Dayik – Bav: Bacî – Nadir

Cih û dîroka şehadetê: 31’ê Tebaxa 2023’an / Wan

Di daxuyaniyê de têkildarî jiyana têkoşîna her du gerîlayan, ev tişt hatin diyarkirin:

Şoreş Berxwedan

“Gelê me yê Efrînê li Kurdistanê bi welatparêzî, bi dilsoziya xwe ya bi çanda Kurd û xaka xwe tê naskirin. Ji dîrokê heta roja me ev taybetmendiya xwe parast û derbasî nifşên nû kir. Gelê me yê hêja yê Efrînê ku li hemberî ti êrîşên dagirkeriyê serî netewand û ji bo parastina cewherê xwe israr kiriye, piştî ku partiya me PKK nas kir pêdiviyên welatparêziyê bi cih anî. Bi taybetî zarokên xwe yên herî hêja tevlî şerê azadiyê yê li hemberî dagirkeriyê, kir û bûye xwedî sekneke mînak a welatparêziyê. Gelê me yê Efrînê dizanî ku li Kurdistanê azadî bêyî berdêl nabe, ti carî jî ji dayîna berdêlan xwe nedaye paş. Tevî ku di berxwedana dîrokî ya gerîla de bi hezaran ewladên xwe şehîd daye, her tim têkoşîn mezin kir û ji bo zindîkirina bîranîna şehîdan ked da. Bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re Efrîn bû yek ji qadên cara destpêkê azad bû û bi saya rêxistinbûna ku li ser xeta welatparêziyê pêş ketî, di demeke kurt de şoreşa azadiyê zindî kir.

Hevrêyê me Şoreş ku ji nava dilê gelekî wisa leheng derket, li navçeya Cindirêsê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêyê me Şoreş ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe, hîna di temenê xwe yê biçûk de dest bi naskirina Partiya me û gerîla kir. Hevrêyê me Şoreş ku di ciwantiyê de eleqeya wî ya bi têkoşînê re zêdetir bû, ji sala 2004’an û vir ve di gelek çalakiyan de bi taybetî di nava xebatên ciwanên şoreşgerî de cih girt. Bi ked û fedekariya xwe ya di van xebatan de li qada ku lê ye bû pêşeng. Hevrêyê me Şoreş ku xwedî feraseteke kûr a welatparêziyê ye, dizanibû ku gelê me wê bi rêxistinbûyînê xurt bibe. Di salên ku bingehê Şoreşa Azadiyê ya Rojava hat avêtin de, hema bibêje pêşeroj didit. Lewma jî xwe gihand her ciwan, jin û zarokê Efrînê û bû sedem ku ew jî tevlî têkoşînê bibin. Hevrêyê me Şoreş milîtanek bû ku gelê me jê hez dikir. Ji bo ku bibe layiqê vê eleqeya gelê me, xwest bi xebat û xwendinê xwe bi pêş bixe. Hevrêyê me Şoreş ku bi xwendina parêzname û analîzên Rêbertî re ji gelê me re bûyîna bersiv û çareserkirina pirsgirêkên gel ji xwe re esas girt, li ser xeta têkoşînê ya rast dest bi jiyana xwe ya şoreşgerî kir. Hevrêyê me Şoreş ku di xebatan de rastiya gelê me ji nêz ve dît, zanî ku ji bo azadiya gelê me yê welatparêz divê her cure fedakariyê bike. Hevrêyê me yê ku rastiya dijmin jî ji nêz ve nas kir, gihişt wê baweriyê ku divê di têkoşîna xwe de şêwazeke tûjtir bigire dest. Bi taybetî berdewamkirina pergala zext û êşkenceyê ya li ser Rêbertiya me, zêdebûna êrîşên bi armanca tunekirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û li dijî vê yekê ji çar aliyên Kurdistanê tevlîbûna nava refên gerîla bû sedem ku hevrêyê me Şoreş berê xwe bide çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Şoreş ji ber serkeftinên xwe ya di nava xebatên gel de, hevrêyên wî jê xwestibûn ku daxwaza xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla taloq bike, lê hevrêyê me Şoreş dîsa jî biryara xwe daye. Hevrêyê me Şoreş bawer dikir ku fermana mirinê ya ji bo Kurdan hatî dayîn, tenê wê li çiyayên azad ên Kurdistanê têk bibe û sala 2008’an ji bo xewna xwe ya zarokatiyê pêk bîne tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Şoreş perwerdeya xwe ya destpêkê ya di nava gerîlayan de li qada Garê dît û di demekî kurt de fêrî jiyana gerîla û çiyê bû. Bi perwerdeya ku dîtî, xwe di warê leşkerî, rêxistinî û îdeolojîk de zane kir. Hevrêyê me di her qada jiyanê de bû pispor, bi gavên xurt dest bi jiyana xwe ya şoreşgeriyê kir. Hevrêyê me Şoreş ku perwerdeya xwe bi rengekî serkeftî qedand, piştre derbasî qada Zapê bû. Hevrêyê me li Zapê li qada Şikefta Birîndara tevlî xebatan bû û bi pratîka xwe ya li vir hîna ji kêliya destpêkê rêzdariya hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Şoreş xwedî tevlîbûneke kedkar, fedakar, dilnizm û samîmî bû. Ev taybetmendiyên wî ew gav bi gav nêzî xeta fedayîtiyê kir. Hevrêyê me Şoreş timî ji xwe re esas digirt ku xwe pêş bixe û bawer kir ku encex bi vî rengî dikare bibe layiqê keda ku hatiye dayîn. Hevrêyê me Şoreş bawer dikir ku li çiyayên Kurdistanê têkoşîn encex bi xeta fedayîtiyê dikare were meşandin. Li ser xeta têkoşînê Zîlan û Bêrîtanan bû xwedî têkoşînek. Hevrêyê me Şoreş li gorî vê yekê xwe perwerde kir û tevlî jiyanê kir. Her tim hewl dida ku hîn zêdetir têbikoşe. Hevrêyê me ji bo ku bibe xwediyê têkoşîneke layiqê Rêbertiya me û hevrêyên me yên şehîd, xwest biçe Bakurê Kurdistanê û ji bo vê yekê pêk bîne ji roja ku tevlî nava refên gerîla bûyî û vir ve pêşniyar dikir. Lê ji ber serkeftinên xwe yên di nava xebatan de, her tim ev daxwaza hevrêyê me Şoreş dihat betalkirin. Hîn zêdetir giranî da ser xwe û bersiv da. Hevrêyê me ku esas digirt di derbarê her mijarê de xwe pêş bixe, ji bo her hevrêyek şehîd hîn zêdetir têkoşîn da pêşiya xwe. Hevrêyê me Şoreş ku mîlîtanekî lêgerînvan bû, di kîjan xebatê de cih bigire bila bigire, bê navber xwe ji nû ve afirand û nirx li ser nirxan zêde kir. Hevrêyê me her berpirsyarî û wezîfeya ku diket ser milî weke çeperekî ku divê were fetihkirin, dest girt û ti carî dev jê bernedida. Her tim serkeftin esas digirt. Hevrêyê rê û rêbazên dewlemend pêş xist û karî bigihije armanca xwe ya mûtlaq. Bi van taybetmendiyên xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Şoreş carekî jî ji bîr nekir ku şoreşgerî navê biserxistina zehmetiyê ye û divê karibe tişta ne pêkana, pêk bîne. Lewma her tim dixwest li qada ku têkoşîn lê herî dijwar be û di nava xebatên ku îradeya herî xurt jê re lazim dike de, cih bigire.

Hevrêyê me Şoreş ku ji dîroka me ya têkoşînê dizanibû ku li Kurdistanê bêyî hewldaneke awarte serkeftin pêk nayê û weke milîtanekî fedaî yê Rêber Apo, tarza Rêber Apo ji xwe re kir esas. Wî gelekî dixwest biçe Bakurê Kurdistanê û ev daxwaz her dem di rojeva wî de bû. Hevrêyê me Şoreş ku di warê leşkerî û bîrdozî de xwe gihand asta profesyonel, di taktîk û şêwaza gerîla ya serdema nû de kûrbûnek pir mezin dît. Di vê pêvajoyê de ya ku li dijî Rêbertiya me pêkanînên herî dermirovî çêbû, li dijî gelê me her cure êrîş çêbûn û li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê ku 8 sal in êrîşên herî giran pêk hatin, hevrêyê me diyar dikir ku divê ew wekî fedaiyekî Apoyî peywir û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Ji bo ku ji vê pêvajoya dîrokî re bibe bersiv û şerê me yê gel ê şoreşgerî bi ser bikeve, wî careke din pêşniyaz kir ku biçe Bakurê Kurdistanê û bi hêviyeke mezin li bendê ma ku vê pêşniyaza wî were qebûlkirin. Piştî ku pêşniyaza wî hate qebûlkirin hevrêyê me derbasî qada Serhedê bû û li vir demeke dirêj têkoşiya. Di gelek xebatên serkeftî de keda hevrê Şoreş heye û bi heyecan, moral û coşa ku xeyalên xwe pêk aniye, têkoşîna zêdetir ji xwe re wekî pîvaneke milîtaniyê dît.

Hevrêyê me Şoreş ku bi kesayetiya xwe ya rûken her dem reng dida civaka hevrêyên xwe û li dora xwe civakîbûn diafirand di 31’ê Tebaxa 2023’an de bi berxwedana fedaî ya li hember dagirkeran şehîd ket. Hevrêyê me li pişt xwe mîrateyeke mezin a berxwedanê hişt. Em jî soza xwe dubare dikin ku heta em xeyalên hevrêyên xwe pêk bînin, em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin. 

Deyndar Xalit

Hevrêyê me Deyndar li bajarê Kotolê yê Rojhilatê Kurdistanê ku çand û kevneşopiya Kurdî lê tê parastin û gelê me bi şêwaza jiyana xwe vê yekê radixe pêş çavan hatiye dinê. Hevrêyê me Deyndar ê ku di malbateke welatparêz a xwedî nirxên exlaqî yên civakî de mezin bû, li ser vê bingehî jiyana xwe domand. Hevrêyê me yê ku di temenê xwe yê ciwan de ked û nirx nas kir, bawerî bi vî tiştî anî ku bi dayîna kedê nirx dikarin werin afirandin. Di 15’ê Sibata 1999’an de di dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de serhildan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê pêk hatin, girêdanbûna xwe ya bi Rêber Apo re veguherandin gogeke ji agir û çalakiyên fedaî yên li ser bingeha ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ hatibûn kirin. Van çalakiyên fedaî bandoreke mezin li ser hevalê me Deyndar kir. Li ser vê yekê xwesteka naskirin û têgihiştina Tevgera Azadiya Kurdistanê zêdetir pêş ket. Hevrêyê me yê ku bi naskirina partiya me re PKK’ê lêgerîna wî ya azadiyê zêde bû, gihişt wê encamê ku dikare bersiva van lêgerînan di nava PKK’ê de bibîne. Hevrêyê me yê ku ji hevaltiya gerîla ya berê dîtibû bandor bû, biryar da ku bi awayekî kûrtir û bi fedakarî beşdarî xebatên şoreşgerî bibe. Hevrê Deyndar ku ji sala 2008’an heta 2014’an bi awayekî aktîf di nava rêxistinbûyîna gel û gelek xebatên cuda de cih girt, bi hişmendiya mezinkirina nirxên heyî tevgeriya û bi awayekî aktîf di xebatên lêkolînan de cih girt. Hevrêyê me Deyndar ku di xebatên xwe de her tim xwe pêş dixist, bi tevlîbûna nava refên gerîla ev helwesta xwe veguherand biryardariya têkoşîneke çalaktir.

Hevrêyê me yê ku di sala 2014’an de li herêma Xakurkê tevlî nava refên gerîla bû, li vê qadê perwerdeya bingehîn a gerîla bi serkeftî bi dawî kir. Li vir bi navê xwe kir Deyndar û diyar kir ku ew deyndarê gel e û li ser vî esasî tevlê bû. Têkiliyên hevaltiyê yên di nav PKK’ê de bandoreke xurt li hevalê me Deyndar kir û wî jî fêm kir ku bi perwerdehiyê re ew dikare van nirxand biparêze û bi pêş ve bibe. Ew bi daxwaz û xwestekeke mezin tevlî jiyana gerîla bû, him di jiyanê de him jî di warê leşkerî de xwe bi kûrahî bi pêş ve bir û bû gerîlayekî serkeftî.

Di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk a faşîst û qirker êrîşî Şengalê kirin, hevrêyê me Deyndar jî weke bi sedan hevrêyên xwe derbasî Şengalê bû û li gel gelê me yê Êzidî weke milîtanekî Apoyî li dijî çeteyan şer kir. Hevrêyê me yê ku di rastiya şerê li Şengalê derketiye holê de jêhatî bû, li vir biryardariya ku erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne nîşan da. Şehadeta hevrêyên xwe yên ku bi wan re mil bi mil di heman çeperê de şer kir, dît. Bi mezinkirina têkoşîna xwe re, hewl da ku bîranînên hevrêyên xwe bi serkeftinê tacîdar bike. Hevrêyê me yê ku derfeta naskirina gelê me yê Êzidî, gelê qedîm ê Kurdistanê bi dest xist, bi gelê me yê Êzidî re dilsoziyeke kûr pêş xist û bi hevrêyên xwe re 3 salan kedên mezin di rizgarkirina Şengalê de dan. Tevî ku li vir du caran bi giranî birîndar bû jî têkoşîna xwe bi biryardarî domand. Di şer de ya ku têkiliyên hevaltiyê bi awayekî zelal û şênber dihate jiyîn, hevrêyê me her dem di nav lêpirsîn û lêgerînê de hewl da têkoşînê mezintir bike. Wî fêm kir ji ber hevrêtiya qels û sixte bûye sedem ku Rêber Apo li Girava Îmraliyê dîl were girtin û ji ber vî wî her dem xwe perwerde dikir û xwe bi pêş ve dibir.  Hevrêyê me yê ku li vir di pratîka şerê dijwar de derbas bû, bi demê re Partiya me ji kûr ve nas kir û berpirsyariyên xwe yên heyî zêdetir nas kir. Li ser vê bingehê bi têkoşîna li ser xeta Zîlan û Bêrîtan li hemberî rastiya Rêber Apo û şehîdan xwe rexne kir. Hevrêyê me Deyndar ê ku piştî erka xwe ya li Şengalê bi serketî bi dawî kir vegeriya çiyayên azad ên Kurdistanê, li gorî ruhê pêvajoyê her tim xwe perwerde kir û bû milîtanekî Apoyî. Hevrêyê me yê ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, bi giraniya rol û mîsyona xwe di şêwazê şerê serdema nû de xwe kûr kir. Hevrêyê me ku li ser van bingehan xwedî helwest û ezmûneke jiyanê ye, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi awayekî çalak li ber xwe da. Li dijî êrîşên dijmin, wî û hevalên xwe li dijî bi dehan leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin û derbên giran li dijmin dan. Bi hemû şêwaz û taktîkên gerîlatiyê yên ku bi taybet di şaxê sabotajê de bi dest xistiye,  her dem li dilê dijminê qirker da.

Hevrêyê me Deyndar ê ku çû Bakurê Kurdistanê ku bi salan xeyala ê dikir, di çarçoveya peywira xwe ya pêşengtiyê de xwe tevlî her kêliya jiyanê kir û li gorî mîsyona xwe ya pêşengtiyê tevgeriya. Hevrêyê me Deyndar ji bo hemû erkên xwe yên weke fermandarê pêşeng ê şêwe û taktîkên gerîlatiyê yên serdema nû bi cih bîne, bi xîret xebitî. Ew ku fedaiyekî Apoyî bû, bû milîtanê ku rastiya şehîdan diparêze. Hevrê Deyndar tu dijwarî ji xwe re nekir astengî. Wî her dem da bû xeyalên xwe û bi awayê ku hay ji peywir û berpirsyariyên xwe hebe, tevgeriya. Bi coş, heyecan û hişmendiya li Bakurê Kurdistanê bi ruh û îradeya Apoyî tevlî hemû çalakiyan bû û derbên giran li dijmin xist. Hevrêyê me Deyndar bi rûkenî û hevrêtiya xwe ya ji dil di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Bi biryardariya ku her kêlîkê bi xurtî li dijmin bixe, wî îddîaya xwe ya fedaîbûnê nû kir û tevlêbûna wî jî li ser vî esasî bû.

Hevrêyê me Deyndar ku di 31’ê tebaxa 2023’an de li gundê Çamilî yê navçeya Qelqelî ya Wanê heta nefesa xwe ya dawî li dijî dagirkeran bi fedakarî şer kir û şehîd bû. Hevrê Deyndar wê her tim di têkoşînê de bi israr û biryardariya xwe pêşengiya me bike. Em soz didin ku em ê di şexsê hevrêyê xwe Deyndar de bi berfirehkirina têkoşîna xwe, deynê xwe yê azadiyê bidin hemû şehîdên xwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar