Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Deynê Şaredariya Êlihê 307 milyon TL ye’

Derket holê ku qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hatibû kirin, şaredarî xistiye bin 240 milyon TL deyn û niha deynê şaredariyê bi giştî 307 milyon û 328 hezar û 305 lîre ye

Di 11’ê îlona 2016’an de Wezareta Karên Navxweyî cîgirê walî Şevket Aksoy wekî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê kir. Derket holê ku qeyûm di nav 2 sal û nîvan de şaredarî heta qirikê di nav deynan de hiştiye.

Piştî hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê hevşaredarên HDP’î Songul Korkmaz û Mehmet Demîr bi ser ketin û şaredarî dewr girtin, deynên qeyûm derketin holê. Derket holê ku qeyûm di nav 2 sal û nîvan de şaredarî xistiye bin 240 milyon TL deyn û niha deynê şaredariyê bi giştî 307 milyon û 328 hezar û 305 lîre ye.

Dê nelirêtiyên qeyûm teşîr bikin

Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr li ser mijarê axivîn û bilêv kirin ku ew ê van deynan lêkolîn bikin û yek bi yek ji gel re ragihînin. Hevşaredar Mehmet Demîr bilêv kir ku bi qeyûman hatiye xwestin ku şaredariyan têxin bin deynan daku ew nikaribin xizmetê bikin. Demîr wiha got: “Em ê pêşî van deynan teşhîr bikin. Ev pere çûne kuderê? Em ê yeko yeko lêkolîn bikin û ji gel re ragihînin. Bila kes nebêje şaredariyeke ev qas deynê wê heye dê nikaribe xizmetê bike. Em ê tevî gel bi rê û rêbazeke herî baş xizmetê bikin.”

Hevşaredar Songul Korkmaz jî destnîşan kir ku ew ê pêşî nelirêtiyên hatine kirin aşkere bikin û wiha got: “Niha 307 milyon lîre deyn heye. Em li aqûbeta mal û milkên şaredariyê lêkolîn dikin. Di rojên pêş dê ev dîmen zelal bibe û em ê aşkere bikin.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar