Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 48 roj in agahî jê nayê girtin. Yek ji parêzerên Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kir ku 6 roj piştî binçavkirina wî Asayîşa Dihokê ku îdîa kir tu eleqeya Ehmet bi rojnamegeriyê re nîne, bi hinceta ku lêpirsîn didome nehişt ew bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û ew hîn bûne ku dosya di bin kontrola saziya îstîxbaratê ya PDK’ê Parastinê de ye. Tevî ku Koma Parastinê ya Silêman Ehmet a ji aliyê parêzeran ve hat avakirin heta niha zêdeyî 10 serlêdan kirin jî, destûr ji wan re nehat dayîn ku bi Ehmed re hevdîtinê bikin û ji rayedarên PDK’ê tu agahî nehatin parvekirin.
Li gel Ehmed binçavkirin, girtin û zexta li ser rojnamegerên li herêmê ji bo Çapemeniya Azad dixebitin, careke din bû rojev. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku serdemekê Nûnertiya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin a Hewlêrê kir, rewşa rojnameger Ehmet nirxand.
Altan, bal kişand ser têkiliyên di navbera rêveberiya başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de û anî ziman ku PDK’ê pergala serwer dipejirîne. Altan, bi lêv kir ku PDK’ê pergaleke ku binpêkirinên li dijî azadiya raman, îfade û çapemeniyê zêde dike afirandiye û anî ziman ku di dema xwe ya li herêmê de ji bo pratîkkirina pîşeyê xwe, ew ketiye nava hewldaneke giran. Altan diyar kir ku ew bi pergaleke ji ya Tirkiyeyê xerabtir ku li wir azadiya çapemeniyê nîne û rojnameger nikarin bi rehetî bixebitin re rû bi rû ma û bi lêv kir ku li gorî atmosfera aborî û siyasî ya li herêmê, pergala ku PDK dixwaze ava bike têkiliya xwe bi zextên li ser rojnamegeran heye.
Altan da xuyakirin ku rojnamegerên li dijî PDK’ê muxalefetê dikin û hewl didin nelirêtiyan derxin holê hedef tên girtin û wiha got: “Organên medyayê, ajans û rojnameyên ne di bin kontrola pergalê de ne, hema bêjin hatine asta nikarin bixebitin. Yên hatin girtin, zext li wan hatin kirin çêbûn. Buroya DÎHA’yê jî hebû. Di demekî ku li Tirkiyeyê jî bi ser buroyên DÎHA’yê nedihate girtin û hewldanên girtinê nebûn de PDK’ê ev yek kir. Pişt re cînayetên rojnamegeran dest pê kirin. Ev komkujî di sala 2008’an de dest pê kirin û pişt re berdewam kirin. Bûyera Nagîhan Akarsel a hêj faîlên wê nehatine derxistin heye. Tirkiyeyê bi piştgiriya PDK’ê ev yek kir.”
Altan, destnîşan kir ku divê bûyera Silêman Ehmed ê hatiye revandin jî di vê çarçoveyê de bigirin dest û wiha berdewam kir: “Pergala Tirkiyeyê bi rehetî dikare rojnamegerekê/î binçav bike, bigire û wî weke terorîst û îllegal penase bike. Dikare ji endamtiya rêxistinê ceza bike. PDK jî weke şêweyê rêveberiya Tirkiyeyê hewl dide vê bike. Ji bo Silêman Ehmed daxuyaniyeke ku ‘tu eleqeya wî bi rojnamegeriyê nîne’ hate kirin. Lê herkes şahidê rojnamegeriya ehmed e. Xebata li wir dike û nûçe di holê de ne. Xebatên rojnamegeriyê di holê de ne.”
Altan, anî ziman ku tiştên li herêmê diqewimin nayê xwestin ku bi rayagiştî re werin parvekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêkên li başurê Kurdistanê diqewimin nayê zanîn ku hem di rayagiştî ya kurdan hem jî ya cîhanê de bên zanîn, rojnameger di bin zextan de ne. Kesên dixwazin fikir û îfadeya xwe aşkera bikin bi awayekî tê xwestin ku bên bêbandorkirin. Mînakeke vê jî bûyera Silêman Ehmed e. Dîsa hevalên li wir jiyana xwe ji dest dane, di girtîgehan de ne, derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin û doz hatine vekirin mînaka vê ne. Dengekî mûxalîf û rêxistinkirina mûxalefetê naxwazin. Ev jî li pêş pergaleke demokratîk dibe asteng. Hem weke rojnamegerekê hem jî weke kurdekê em vê qebûl nakin.”
Altan ê ji bo rojnameger pîşeya xwe bikin şert û mercên guncav werin afirandin bang kir, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelek ajans, televizyon û rojname hawîrdoreke xebatê ya rihet nikarin bibînin. Mînak nikarin biçin Hewlêr, Duhok û Zaxo yên di bin serweriya PDK’ê de ne û xebatan bimeşînin. Rojnamegerên li qada ku di bin rêveberiya pêşmergeyên PDK’ê de ye mûameleya sîxuran dibînin û xebitên wan tê astengkirin. Ev ne tişteke ku were qebûlkirine. Li her qada Kurdistanê divê hawîrdoreke xebatê ya rojnamegeran a rihet hebe. Ji ber vê yekê jî em bang dikin ku Silêman Ehmed demildest were berdan, rojnamegerên wir di hawîrdoreke rihet de bixebitin û astengiyên li pêş azadiya raman û îfadeyê bên rakirin. Divê piştgiriya bangên ji bo dîtina Silêman Ehmed tên kirin were kirin û deng li dengê wan bê zêdekirin. Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên navnetewî divê di vê mijarê de bi hestiyar bin.”