Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin

Li gorî rapora meha gulanê ya DFG’ê, 11 rojnamevan hatine binçavkirin, tundî li 11 rojnamevanan hatiye kirin û 8 malper jî hatine girtin.

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firate (DFG), rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha gulanê bi daxuyaniyeke nivîskî parve kir. DFG’ê di nivîsa xwe de destnîşan kir ku dijî rojnameger û saziyên rojnamegeriyê binpêkirina mafan bê navber didomin û desthilat dixwaze hejmara rojnamegerên alîgir  zêde bike.

DFG’ê, destnîşan kir ku rojnamegêr ji ber êrîş û îşkenceyên li xwe serî natewînin û di derbarê binpêkirinên mafên rojnamegeran de ev tişt gotin: “Wek di rapora me de jî dertê holê, meha gulanê jî ji aliyê binpêkirina mafan de wek çeteleya pêkanîne zext û zorên li dijî rojnamegeran cihê xwe digire. Di dawiya mehê de rojnameger hatin binçavkirin, îşkence li wan hatin kirin. Li Stenbolê 6 rojnamegerên dixwestin xwepêşandana salvegera çalekiya Geziyê ya nehemîn bişopînin hatin binçavkirin. Nêzîkê 10 rojnameger jî bi gef û tundiya giran a polîsan re rû bi rû man. Ev tundiya giran a li dijî rojnamegeran bi gotineke rast e rast suceke li dijî mirovahiyê ye, di qadê de tunekirina rojnamegeran e, tunekirina mafê gel ya gihandina nûçeyan e. Polîsên li dijî rojnamegeran van tundiyên giran pêk anîn divê di demeke zutir de bên darizandin û bên cezakirin.”

Di berdewama daxuyaniya xwe de DFG’ê da zanîn ku di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçav kirin û ev agahî dan: “Tûndî û meameleya xerab li 11 rojnamevan hat kirin, gef li 10 rojnamevan hat xwarin, 11 rojnameger dema şopandina nûçeyê hatine astengkirin. Mafê rojnamegerekî di girtîgehe de hatiye binpêkirin. Derheqe 4 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û derheqe 5 rojnamevanan de jî doz hatiye vekirin.  2 sal 4 meh û 14 roj cezayê girtîgehê û 24.100 TL cezayê pere li 4 rojnamevanan hatiye birîn. 42 rojnamevan 32 dosyayan de hatine darizandin, 60 rojnamevan di girtîgehe de ne. Rojnamegerek ji kar hatiye derxistin, RTÛK’e li 4 weşanan ceza biriye, 8 malper hatin girtin. 14 nûçe hatine astengkirin. 3 naverokên medyaya civakî hatine astengkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar