Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

DFG: Ew kelecana roja destpêkê îro jî didome

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan têkildarî Roja Rojnamegeriya Kurdî diyar kir ku hîmê ku Mîqdad Mîdhed Bedirxan avêt pêl bi pêl mezin bû û wiha got: “Bi saya cangoriyên çapemeniya azad tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû û ew kelecana roja destpêkê îro jî didome.”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi wesîleya Roja Rojnamegeriya Kurdî li avahiya xwe ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên DFG’ê Dîcle Muftuoglû û Serdar Altan, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî û endamên platformê û endam û rêveberên DFG’ê beşdarî civînê bûn. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan daxuyanî xwend.

Altan bi van gotinên Mîqdad Mîdhed Bedirxan dest bi axaftina xwe kir: “Di vê cerîdeyê de ez ê behsa qenciya îlm û marîfeta bikim; li ku derê mirov dielime, li ku derê medrese û mektebên qenc hene, ez ê nîşanî kurdan bikim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaret çawa dibe; ez ê hemîya hîkat bikim. Heta nuho kesê cerîdekê holê nenivîsîye. Ev cerîdeya min a ha, ya ewwulî ye.”

Altan da zanîn Mîqdad Mîdhet Bedirxan 123 sal berê bi van gotinan mebesta xwe ya derxistina Rojnameya Kurdistanê dianî ziman û wiha got: “Dema wî rojnameya yekem çap kir, di nava kelecaneke mezin de bû. 123 sal derbas bû lê kelecana rojnamegerên kurd bi dawî nebû.”

Hîmê ku Bedirxan avêt pêl bi pêl mezin bû

Altan destnîşan kir ku rojnamegerî li her erdnîgarekê weke pîşeyeke herî dijwar tê pênasekirin û ev tişt anî ziman: “Em dikarin bêjin ku îro li her deverên cîhanê yek ji pîşe û kesên ku herî zêde rastî pêkutiyan tên rojnamegerî û rojnameger in. Bi taybet ger mijar rojnamegeriya kurd be, ev yek zêdetir derdikeve pêşberî mirov. Lêgerîna heqîqetê ya ku di 22’yê Nîsanê sala 1898’an hîmê wê ji hêla Mîqtad Mîdhet Bedirxan ve bi Rojnameya Kurdistanê hat avêtin, pêl bi pêl mezin bû. Kovar û rojnameyên di serdema borî de hatin çapkirin ji bo kurdan bûne banga serkeftinê. Her çiqas ev serpêhatiya rojnamegeriya kurd li sirgûnê be jî, bi xebatên xwe yê behempa li cîhanê bû sembol. Di pêvajoya 123 salan de rojnamegeriya kurdî di her kêliyên jiyana xwe de rastî zext û pêkutiyên cur be cur hat. Sedema vê ya herî bingehîn jî israra ragihandina heqîqetê bû. Li hemberî dagirkeriya li ser nasname, çand û zimanê kurdî, bêdengiya cîhanê bi têkoşîna rojnamegeriya kurd perçe dibû. Ji bo civaka kurd pêwistî bi rojnamageriya kurdî hebû û rojnamgeriya kurdî li hemberî dagirkeriyê di hişyarbûna gelê kurd de roleke mezin lîst.”

AKP tehemûla dengen cuda nake

Di daxuyaniyê de Altan destnîşan kir ku bi salên 90’î û pêve di warê dîtbarî û nivîskî de ji bo rojnamegeriya kurdî pêvajoyeke nû dest pê dikir û wiha berdewam kir: “Bi pêşengtiya Mûsa Anter û Gurbetelî Ersozan, bi rojname û kovarên ku dihatin derxistin rojnamegeriya nivîskî ya bi zimanê kurdî û tirkî geş dikir. Ev yek bingeha kevneşopiya çapemeniya azad a ku wek ruhê rojnamgeriya kurd tê dîtin ava kir. Li Tirkiyeyê hebûna çapemeniyek azad her tim pirsgirêk bû. Lê belê di dema desthilatdariya AKP’ê ku nêzî 20 sal in rêveberiya Tirkiyeyê dikin ev rewş xirabtir bû. AKP ya ku rojnamegeran wek ‘terorîst’ îlan dike, li dengên cûda tehammûl nake. Medyaya xwe ava kirine û bi avakirina çapemeniya alîgir, dixwazin civak bi temamî ji rastiyan dûr bixin. Li gel ewqas pêkutiyan jî têkoşîna rojnamegeriya kurd ev 123 sal in bênavber dimeşe. Asta ku em gihîştinê, welatên cîhanê rastiyan êdî ji rojnamegeriya kurd hîn dibe. Li gel kêmasiyan jî saziyên ragihandinê bi xebat û nûçeyên xwe ji bo çapemeniya cîhanê êdî dibin çavkanî.”

Gelek rojnamegerên kurd canê xwe feda kirin

Altan anî ziman ku di serkeftina rojnamegeriya kurdî de divê şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr bînîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ragihandina heqîqetê bi dehan rojnamegerên kurd canê xwe feda kirin. Ji Apê Mûsa bigirin heta belavkarên rojnameyan şehîdên me ji bo çapemeniya azad bûne pêşengê rastiya rojnamegeriya kurd. Lê belê wekî her serkeftinê berdêla serkeftinên çapemeniya kurd jî çêbûn. Şopdarên heqîqetê carna di nav çar dîwaran de pênûsa xwe bi kar anîn, carna jî bi berdêla canê xwe heqîqet ragihandin. Biryardarî û israra heqîqetê bi saya wan kesên dildarên çapemeniya azad watedar bû. Bi saya wan û şopînerên wan tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû û ew kelecana roja destpêkê îro jî berdewam dike.”

 Kampanayaya zimanê kurdî

Pişt re Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axaftineke kurt kir. Cizîrî bal kişand ser kampanyaya îmzeyê ya ku Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dane destpêkirin û wiha got: “Em di vê xebatê de medyaya kurdî gelek girîng dibînin. Karê em dikin çiqas girîng be kar û erka medyaya kurdî jî ewqas girîng e. Serkeftinê ji bo hemû çapemeniya kurd dixwazim.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar