Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

DFG: Fikarên li ser jiyana rojnameger Silêman zêde dibin

DFG’ê daxuyand ku PDK û rêveberiya Herêma Kurdistana Federe bi bêdengiyê sûc dikin û wiha got: “Weke rojnamegerên vê erdnîgariyê em tu carî rêbazê bi vî rengî yên bêhiqûqî û faşîzan qebûl nakin. Fikarên me yên têkildarî jiyana Silêman Ehmed zêde dibin û em dixwazin demildest agahiyekê ji wî bibihîzin.

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Sêmalka re derbasî Herêma Kurdistana Federe bibe, ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 200 roj in agahî jê nayê girtin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) têkildarî agahînegirtina ji rojnameger Silêman Ehmed daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG’ê diyar kir ku rêveberiya Herêma Kurdistanê û PDK di mijara aqûbeta Ehmed de bêdengiya xwe diparêzin û wiha got: “Ev bû 200 roj… Ji rojnamegerekî 200 roj in agahî nayê girtin. Ji rojnamevan Silêman Ehmed 200 roj in agahî nayê girtin. Malbata wî hempîşeyên wî ji bo aqûbeta Silêman Ehmed hîn bibin 200 roj in her roj dipirsin, lê tevî ev qas roj derbas bûne jî PDK û Herêma Kurdistana Federe bêdengiya xwe didomînin. Pirsên Silêman Ehmed li ku ye? Rewşa wî çawa ye? Jiyana wî di bin xetereyê de ye? bê bersiv tên hiştin.

Silêman Ehmed ê 5 sal in li Herêma Kurdistana Federe dijî di ajansa nûçeyan a Rojnewsê de edîtorî dikir. Di 1’ê cotmeha 2023’yan de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Di 25’ê cotmehê de ji Helebê vegeriya Herêma Kurdistana Federe. Di dema vegerê de li deriyê sînor yê Pêşxabûr (Sêmalka) ji aliyê hêzên asayîşê yên girêdayî PDK’ê hate binçavkirin. Tevî ku têkildarî derbasbûna Ehmed ya başûrê Kurdistanê tu astengiyên qanûnî nebûn jî hêzên PDK’ê ew binçavkirin û radestî teşkilata îstîxbaratê Parastinê kirin.

Silêman bi awayekî bêhiqûqî hatibû binçavkirin û nedihate qebûlkirin ku di bin çavan de ye jî. Lê di encama hewldanên parêzerên wî bi biryara ku dadgehê dayî, neçar man qebûl bikin ku di bin çavan de ye. Tevî van geşedanan û bang û hewldanên malbat, parêzer û saziyên çapemeniyê jî PDK derbarê Ehmed de agahiyeke pêbawer nade rayagiştî.

Revandina Silêman Ehmed ji aliyê rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê yên navxweyî û navnetewî ve ku Rêxistina Parastina Rojnamevanan (CPJ) û Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas jî di nav de hate şermezarkirin. Ji rêveberiya PDK’ê ku ji bilî rêxistinên pîşeyî, rêxistinên sivîl ên civakî jî bang lê dike têkildarî Silêman Ehmed tu daxuyanî nedan. Rayedarên Rojnewsê, têkildarî aqûbeta edîtorên xwe Ehmed bi daxwaza rayagiştî demildest were agahdarkirin serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) û Komîteya Parastina Mafên Mirovan a Mînayê jî di 12’ê nîsanê de ji bo diyarkirina aqûbeta Ehmed bi daxwaza lezgîn serî li Komîteya Windakirina bi Darê Zorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dan.

Tevî van hemû bangan jî rêveberiya PDK’ê di mijara aqûbeta Ehmed de bêdengiya xwe diparêze û daxuyaniyeke ku fikarên malbata wî û hempîşeyên wî ji holê rabin nade. PDK û rêveberiya Herêma Kurdistana Federe bi vê helwesta xwe sûc dike. Ji bo ku sûcdar in jî tiştên qewimîne paşguh dike û naxwaze bibîne û bibihîze. Lê hemû rayagiştî li bendê ye ku derbarê aqûbeta Silêman Ehmed de demildest daxuyaniyek were dayîn.

Ev helwesta PDK’ê û rêveberiya Herêma Kurdistana Federe li dijî hiqûqa gerdûnî ye û ev nêzîkatî berhema polîtîkayeke qirêj û xetere ye. Ev rêbaz azadiya çapemeniyê ji holê radike. Weke rojnamegerên vê erdnîgariyê em tu carî rêbazê bi vî rengî yên bêhiqûqî û faşizan qebûl nakin. Fikarên me yên têkildarî jiyana Silêman Ehmed zêde dibin û em dixwazin demildest agahiyekê ji wî bibihîzin.

Em bang li PDK’ê dikin ku dest ji van pêkanînan berde û Silêman Ehmed serbest berde.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar