Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

DFG: Zextên li ser rojnamegeran di meha çileyê de jî dom kirin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirinê mafên rojnamegeran a meha çileyê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir. Komeleyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zextên ku di nav mehê de li rojnamegeran hatine kirin û destnîşan kir ku 21 sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li 4 rojnamegeran hatiye birîn.

Daxuyaniya komeleyê wiha ye:

“Di meha destpêkê ya sala 2020’an de jî zext û pêkûtiyên li ser çapameniyê û rojnamegeran berdewam kirin. Kedkarên çapameniyê, bi gelek pirsgirêk û astengiyên cuda re rû bi rû man. Doz li wan hatin vekirin û ceza li wan hatin birîn.

Li gel ku di sala 2019’an de pakêteke darazê hatibû amadekirin û qaşo hin sererastkirin ji bo sazî û dezgehên çapameniyê jî hebûn, di vê mijarê de tu guhertin pêk nehatin. Weke berê êrîş û zehmetî ji saziyên çapemeniyê re hatin derxistin û rojnameger ji karê xwe hatin dûrxistin. Bi vê yekê tê xwestin ku bi rêya çapameniyê tu dengekî mûxalîf li dijî desthilatê dernekeve. Ji bo vê yekê rojnameyên ku weşaneke muxalîf dikin, danekirinên îlanan li ser wan hatin sepandin.

Dîsa ji ber dîtina mijaran a ji desthilatê cuda, doz li manşetên rojnameyan hatin vekirin û kedkarên çapemeniyê ketin ber lêpirsînan. Nêzî hezar rojnamegerên ku bi awayekî azad dixebitin û alîgiriya desthilatê nakin qertên wan ên zer ên çapemeniyê hatin betalkirin. Lê ji bertekên zêde yên ji bo vê yekê careke din qert hatin aktîfkirin. Lê ji hêla serokomariyê ve hat ragihandin ku ev qert di nirxandinê de ne. Bi çavê desthilatê heke tu ji bo berjewendiyên wê nexebitî û di weşanên xwe de propagandaya wê nekî tu ne rojnamegerî. Bi vê rêbazê tê xwestin ku her rojnameger xizmeta wê bike.

Ji ber van pêkanînên desthilatê, mirov nikare li Tirkiyeyê qala azadiya çapameniyê bike û roj bi roj rêza Tirkiyeyê ya di azadiya çapameniyê de bi paş de dikeve.

Em weke komele, daxwaz dikin ku zext û pêkûtiyên li ser çapameniyê bên bidawîkirin û qadeke ku rojnameger karibin bi awayekî azad kar û xebatên xwe lê bimeşînin bê avakirin. Em diyar dikin ku heta azadiya çapemeniyê pêk bê dê têkoşîn û xebatên xwe yên ji bo vê yekê bidomînin.

* Der barê 2 rojnamegeran de doz hate vekirin.

* 12 rojnameger hatin darizandin.

* 21 sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li 4 rojnamegeran hate birîn.

* 2 rojnameger tehliye bûn.

* Qerta zer ê çapemeniyê yên nêzî hezar rojnamegerî hate betalkirin û paşê dîsa hatin aktîfkirin.

* 7 rojnameger ji kar hatin derxistin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar