Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

DFG: Zextên li ser rojnamevanan dijwar bûne

DFG diyar kir Di demekê de ku israra desthilata AKP’ê û MHP’ê ya di polîtîkayên şer de derketiye pêş, gefên li rojnamevanan tên xwarin gihiştine asta cidî û daxuyand ku di çalakiyên li dijî qeyûm de êrişî rojnamevanan hatiye kirin, gef li wan hatine xwarin û bi mûameleya xerab re rû bi rû mane.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a meha hezîrana 2024’an aşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di vê mehê de jî rojnamevanek hatiye binçavkirin û 42 rojnameger hê jî girtî ne.

Rapora DFG’ê ya meha hezîranê wiha ye:

“Her çiqas AKP’ê piştî hilbijartinên herêmî gotinên ‘nermbûnê’ anîbin ziman jî meha Hezîranê bû meheke ku desthilata AKP’ê û MHP’ê doza polîtîkayên xwe yên şer zêde kirin. Bandora herî mezin a van polîtîkayan jî bû tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê. Tevî ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelan di warê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de gaveke girîng avêtin û gotina xwe bi tengkirina qada bandora desthilata siyasî re gotin jî, desthilata AKP’ê û MHP’ê bi aktîfkirina polîtîkayên ‘qeyûm’ re vîna gel nas nekir. Feraseta qeyûm ne tenê êrişa li dijî vîna gel e, di heman demê de li pêşiya xweîfadekirina wan asteng e.

Berteka li dijî qeyûm, weke li Wanê, li Colemêrgê jî di asta herî jor de hate nîşandan û veguherî berxwedaneke bi rojan berdewam kir. Polîsan mudaxileyî çalakiyên demokratîk ên gel ku bi rojan berdewam bûn, kirin. Polîsan tundî li rojnamevanên ku çalakiyên protestoyî dişopandin kirin. Xebatkarên çapemeniyê hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku dîmen û wêneyan bigirin. Polîsan rojnamevanên ku nûçe dişopandin bi mertalan dehf dan û derb kirin. Di van êrişan de rojnamevan Newroz Reşîtoglû, birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Reşîtoglû yê ji mesafeyeke nêz ve bi reşandina ava şid ve rûbirû ma, piştî tedawiya wî ya li nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derket.

Berteka li dijî qeyûman bi tenê Colemêrgê re bisînor nema. Li Enqere, Amed û Êlihê ku çalakiyên protestoyî lê hebûn polîsan gelek caran êrişî rojnamevanan kirin û destûr nedan ku dîmenan bikişînin. Di vê pêvajoyê de polîsan êrişê 4 rojnamevanan kirin, miameleya xerab li 6 rojnamevanan kirin, gef li 8 rojnamevanan xwarin û destûr nedan ku 7 rojnamevan dîmen bigirin.

Di demekê de ku israra desthilata AKP’ê û MHP’ê ya di polîtîkayên şer de derketiye pêş, gefên li rojnamevanan tên xwarin gihiştine asta cidî. Bi taybetî rêveberên MHP’î û li ser organên weşanê yên MHP’ê bi awayekî aşkere gef li rojnamevanan hate xwarin. Di 21’ê hezîrana 2024’an de rojnameya Turkgûnê di manşeta xwe de bi nivîsa îmzeya Kadîr Yildiz hatiye weşandin, ji ber nûçeya kuştina Sînan Ateş rojnamevan Mûrat Agirel, Bariş Pehlîvan, Tîmûr Soykan û Bariş Terkoglû hedef nîşan da. Dîsa hin rêveberên MHP’î moderetora bernameya ‘Kirmizi Çîzgî’ ya di Halk Tv’yê de tê weşandin Gozder Şeker û rojnamevan Îbrahîm Kahvecî yê her tim bi bernameyê re ye hedef girtin û gef li wan xwarin. Rojnamevan Mûrat Agirel ji aliyê kesên hatin heta mala wî ve gef lê hate xwarin.

Di girtîgehên ku 41 rojnamevan lê tên ragirtin, lêgerîna tazî li nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal hate kirin. Dal têkildarî mijarê serlêdan kir û giliyê berpirsyaran kir lê ev serlêdan bi biryara neşopandinê encam girt. Ev bû yek ji mînaka polîtîkaya necezakirinê. Di vê pêvajoya ku tecrîda girankirî berdewam dike de rêveberiya Girtîgeha Marmarayê bi hinceta ‘qedexe’ ne rojnameyên Evrensel û Bîrgunê nedan girtiyan.

Daneyên îstatîstîkî yên binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran ên di meha hezîranê de wiha ne;

1 – Binpêkirinên li dijî mafê jiyanê û ewlehiya rojnamevanan

Rojnamevanên êrişî wan hatin kirin 4

Rojnamevanên hatin binçavkirin 1

Rojnamevanên rastî mûameleya nebaş hatin 6

Rojnamevanên gef li wan hate xwarin 8

Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin 7

Li girtîgehan binpêkirinên li dijî rojnamevanan 1

2 – Binpêkirinên azadiya raman û îfadeyê yên li dijî rojnamegeran

Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin 3

Rojnamevanên derbarê wan de doz hatine vekirin 1

Rojnamevanên hatine cezakirin

Hejmara kesan 1

Cezayê Hefsê 7 sal û 3 meh û 15 roj

Cezayê Pereyî 12 hezar û nîv lîre

Rojnamevanên darizandina wan berdewam dikin

Hejmara Dosyayan 39

Hejmara Kesan 55

Hejmara rojnamevanên girtî (ji 3’yê tîrmeha 2024’an ve) 41

 3 – Binpêkirinên li dijî mafên civakî û aboriyê yên rojnamegeran

Rojnamevanên ji kar hatin derxistin

4 – Sansûr û astengkirinên li dijî saziyên çapemenî û medyayê

Cezayên RTUK’ê  Hejmara Weşanê 1

Hejmara Cezayî

Rawestandina bernameyê 5

Cezayê pereyî 189 hezar û 282 lîre

Qedexeya Weşanê 10

5 – Astengkirinên xwegihandina li dijî qenalên dijîtal û înternetê

Malperên înternetê yên hatin girtin 4

Nûçeyên xwe gihandina wan hatin astengkirin 2 hezar 150

Naverokên medyaya dîjîtal ên naveroka wan hatine astengkirin 3”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar