Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

DFG’ê 3 rojnameger bi bîr anî: Em ê pênûsa wan li erdê nehêlin

Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG) bi boneya salvegera qetilkirina 3 rojnamegerên kurd Ferhat Tepe, Denîz Firat û Huseyîn Denîz daxuyaniyek nivîskî weşand. DFG’ê bal kişand ser têkoşîna 3 rojnamegeran û kurte jiyana 3 rojnamegeran Ferhat Tepe, Denîz Fırat û Huseyin Deniz vegot.

Daxuyaniya komeleyê wiha ye:

Huseyîn Denîz

Huseyîn Denîz di 6’ê Sibatê sala 1956’an de li gundê Sitililê ya Nisêbîna Mêrdînê hat dinê. Di salên 1975’an de li Siwereg û Nisebînê mamostetî kir. Di darbeya 12’yê Îlonê ya sala 1980’an de hat girtin û 3 salan li Girtîgeha Amedê ma. Piştî ku serbest hat berdan ji kar hat dûrxistin. Huseyîn bi taybetî bi zimanê kurdî û folklorê re eleqedar dibû. Di sala 1991’an de bi navê ‘Gotinên Pêşiyên Kurdan’ pirtûka gotinên pêşiyan amade kir. Nivîsên wî Yenî Ûlke, Cumhuriyet, Tercuman, kovara 2000’e Dogru û rojnameya Welat de derket. Her wiha endamê Yekitiya Nîvîskarên Navneteweyî (PEN) bû. Herî dawiyê jî di rûpela forûmê ya Rojnameya Ozgur Gundemê de nivîskariyê dikir. Her wiha nûçegîhanê Serêkaniyê bû jî. Di 9’ê tebaxê sala 1992’yan de li Serêkaniyê ji hêla kesên ne diyar ve bi êrîşê re rûbirû ma û birîndar bû. Di 10’ê tebaxê de ji bo tedawiyê bibin Amedê di rê de jiyana xwe ji dest da. Dewlet tu carî nexwest kujerê Huseyînê derxe holê.

Ferhat Tepe

Ferhat Tepe di meha gulanê sala 1974’an de li Bedlîsê hat dinê. Ferhat piştî ku dibistan qedan wekî nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê li Bedlîsê dest bi kar kir. Di 28’ê tîrmehê de ji hêla 3 kesan ve li navenda bajêr hat revandin. Hat diyar kirin ku wesayîta ku Ferhat revandiye li ber qereqola navçeyê ya Bedlîsê hatiye dîtin. Çend malbat serlêdana fermî kir jî qereqol destgîrkirina wî qebûl nekir. Vê demê ‘Tuguya Tolhildanê ya Tirk’ ji bo Ferhat fîdye xwest. Malbat herî dawiyê cenazeyê Ferhat li ber Gola Hazarê ya Elezîzê dît. Malbat di derbarê mijarê de serî li gelek cihan da lê ti lêpirsinek û lêkolînek nehat kirin. Herî dawiyê malbat serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Lê belê 14 kesên ku dema li Fermandariya Cendermeyan a Amedê Ferhat ditîbûn tu carî nehatin guhdarkirin.

Denîz Firat

Rojnameger Denîz Firat jî daxwaz dikir ku bibe rojnamegera herî baş. Di sala 2007’an de dest bi rojnamegeriyê kir. Di qada çapemeniyê de kedeke mezin da. Ji belavkirina rojnameyê, nivîskariyê, dîmen kêşandinê û heta ku nûçegîhaniya şer di her qada çapemeniyê de cih girt. Denîz fermana herî dawiyê ya êzidiyan ji cîhanê re ragihand. Di cihêh herî dijwar de rojnamegeriyê kir. Êrîşên li ser Mexmûrê di heman demê de ragihand. Ji bo bibe dengê jinên êzidî yên ku hatin revandin şev û roj dixebitî. Di 6’ê tebaxê sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir Denîz Firat bi kamereya xwe êrîş ji cîhanê re ragihand. Di 8’ê Tebaxê de li Mexmûrê li herî pêş cih xwe girt.

Her 3 rojnameger ji hêla kesên ku dixwestin rastî di tariyê de bîminîn ve hatin qetilkirin. Lê em ê bibin şopdarên wan rojnamegeran. Şehîdên Çapemeniya Azad rûmeta me ye û armanca têkoşîna me ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar