Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

DFG’ê rapora îlonê aşkera kir

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DGF) ku her meh rapora binpêkirina mafan aşkera dike, rapora meha îlonê ya bi navê ‘Binpêkirina mafên rojnamegeran’ aşkera kir. DGF’ê di raporê de anî ziman ku rojnameger bê navber bi tundî û zextan re rû bi rû man. DGF’ê da zanîn ku gelek malperên ajansan hatin asteng kirin û wiha got: “Sedama astengkirina malperan ji ber ku îktîdar ji van nûçeyan bêzar dibe ye. Bi girtina ekranên televîzyonan û astenkirina malperan dixwaze çapemeniyê bêdeng bike. Tele1 û Halk TV her yek 5 caran ekranên wan hatin reşkirin. Dîsa gelek cezayên pereyan li qanalên televîzyonan birîn. Heta niha 89 rojnameger girtî ne. Di meha îlonê de 6 rojnameger hatine binçavkirin û der barê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin. Ferhat Çelîk, Aydin Keser, Bariş Pehlîvan, Hulya Kilinç û Murat Agirel ji ber der barê endamên MÎT’ê de nûçe çêkirin ceza li wan birîn. Gelek rojnameger bi êrîş û tundiyan re rû bi rû man.”

DGF’ê di raporê de anî ziman ku her roj rojnameger tên girtin û wiha bi dawî kir: “Di destpêka mehê de rojnameger Hakki Boltan li malê binçav kirin. Bi şertê kontrolê serbest berdan. Di 6’ê cotmehê de bi ser buroyên Ajansa Mezopotamya ya Wanê û malên xebatkarên wê de girtin. Li Wanê di serdegirtina malan de 5 rojnameger binçav kirin. Ajansa Mezopotamya ji ber bûyera li Navçeya Şaxê ya Wanê kesên ji helîkopterê avêtin kir nûçe bû hedef. Piştî Servet Turgut û Osman Şiban ji helîkopterê avêtin û ajansê nûçeya wan çêkir bûn hedef. 89 rojnameger girtî ne û di îlonê de 6 rojnameger hatine binçavkirin û der barê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin. Derbarê 4 rojnamegeran de doz hatiye vekirin û li 10 rojnamegeran jî 36 sal û 10 meh û 13 roj û 20 hezar ceza hatiye birîn. Li rojnamegerekî sixûrî ferz kirin. Hêj darizandina 66 rojnamegeran didome. 32 nûçe û 3 malperên înternetê ragihandina wan hat asteng kirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar