Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

DFG’ê rapora ku derbarê rojnamegeriyê de amade kiriye parve kir

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat’ê (DFG) rapora xwe ya bi navê ‘Rojnamevaniya di Nava Çar Dîwaran de’ û belgefilma xwe ya bi navê ‘Rojnamegeriya Di Tunela Tirsê de’ parvekir û bal kişand ser zehmetiyên rojnamegeriya li Tirkiyeyê tê meşandin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat’ê (DFG) derbarê rewşa rojnamevanên li Tirkiyeyê dixebitin de rapora xwe bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya xwe parve kir. Rapora ku bi kurdî, tirkî û îngilîzî  hatiye amade kirin, weke pirtûk hatiye çapkirin. Di civînê de belgefîlma bi navê ‘Rojnamegeriya di Tunela Tirsê de’ hat nîşandan. Hevserokên DFG’ê Dîcle Mûftûoglû û Serdar Altan, derhênerê belgefilmê Ensar Ozdemîr bi hev re danasîna belgefîlmê kirin û rapor xwendin. Tevî endam û rêveberên DFG’ê gelek kedkarên çapemeniyê jî tev li danasîna belgefilmê bûn.

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ewilî axivî û bal kişand ser rewşa rojnamevanan û zehmetiyên rojnamegeriya tê kirin. Altan, diyar kir ku hewldana li dijî tundiyên li ser rojnamevanan ev xebat derxist holê û wiha got: “Me ji gelek rojnamevanên girtî re name şandin û li gor vegeran û rewşa ew tê de ne ev rapor amade kirin. Mebesta me ew e ku em bi vê xebatê pêşî li rojnamegeriya azad vekin.”

Piştî axaftina Altan, Hevserok Dîcle Muftuoglû jî axivî û li ser rojnamegeriya li Kurdistanê tê meşandin axaftinek kir. Muftuoglû, destnîşan kir ku li welat ji bo azadiya çapameniyê û xwe îfadekirinê astengiyên mezin hene û wiha got: “Me bi pêdiviya xwe îfadekirinê û rojnamevaniya azad dest bi avakirina komeleyê kir. Di dema pêşiya me de xebatên bi vî rengî dê hebin û em dê li ser vê esasê xebatên xwe bidomînin.”

Derhenêrê belgefîlmê Ensar Ozdemîr jî diyar kir ku rojnameger pêşiya darbeyê jî rastî zehmetiyan dihatin û piştî darbeyê zêdetir zehmetî kişandin. Ozdemîr, da zanin ku pişti tundî û qedexeyan gelek rojnameger li ser medya dijîtal û mecrayên cudatir karên xwe meşandin û wiha axivî: “Me ev xebat ji bo rewşa rojnamegeriyê û pêşerojê re bibe bîrek da destpêkirin.”

Piştî axaftinan belgefîlm hat nîşandan û heman belgefilm bi jêrnîvisa ingilizî li ser hesabên DFG’ê hat parvekirin û wek nivîskî jî bi sê zimanan wek pirtûk hat weşandin û belavkirin. Piştî nîşandana belgefilm danasîn bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar