Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

DGF: Di 2020’an de 24 rojnameger hatin girtin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 2020'an aşkera kir. Li gorî raporê di sala 2020'an de 79 rojnameger hatin binçavkirin û 24 rojnameger hatin girtin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 2020’an aşkera kir. Gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu daxuyanî xwend û wiha got: “Di sala 2020’an de gelek qeyranen siyasî, civakî, aborî û tenduristî li pey xwe hiştin û piştî vîrûsa corona li vê qeyranê zêde bû, rê li pêş çareseriyê hat girtin.”

Muftuoglu da zanîn ku sala 2020’an bû sala guloka pirsgirêkan û ev tişt anî ziman: “Ji bo rastî negihêje gel di sala 2020’an de zextên li ser çapemeniya azad derket asta herî jor. Di sala borî de li şûna pirsgirêkan çareser bikin mixabin li pêş çapemeniyê bûn asteng û kedkarên çapemeniyê bêdeng kirin. Sedema vê yekê ew bû ku nexwestin rastî bigihêje gel û gel li çareseriyê bigere. Ji ber vê yekê zextên li ser rojnamegeran bi rêk û pêk berdewam kir. Rojnameger hatin binçavkirin, girtin û cezakirin. Doz li wan hatin vekirin û cezayê hepsê li wan birîn. Daneyên di rapora 2020’an de jî nîşan dide ku di salekê de rojnamegeran li dijî azadiyê her cureyê zextan dîtin. Di sala borî de her roj rojnameger bi zext, tundî, binçavkirin û girtinê re rû bi rû man. Îktîdarê rojnamegerên ku bi rêgeza wêrekî û rastiyan tevgeriyan û neketin qada medyaya hawiz, kir hedefa xwe. Lê rojnamegerên wêrek û li pey rastiyan dê her tim rastiyan ronî bikin û li pêş civakê bibin ronahî.”

Serdest dixwazin civakê ker û kor bikin

Hevseroka DFG’ê Muftuoglu destnîşan kir ku divê bê zanîn her ku zextên li dijî çapemeniye zêde dibin, di heman demê de polîtîkayên şaş teşhîr dikin û wiha axivî: “Ji ber ku li cihekî bixwazin çapemeniyê bêdeng bikin, li wir hêzên serdest dixwazin civakê ker û kor bikin. Her çend di hedefê de kedkarên çapemeniyê hebin jî di rastiyê de dixwazin gel ker û kor bikin. Sedema ku îro îktîdar dixwaze çapemeniya xwe ava bike jî ev rastî ye. Her çend îktîdar qala azadiya çapemeniyê bike jî di rastiyê de îktîdar çapemeniya azad naxwaze. Dixwaze rojnamegerên ku propagandaya wê dike pêş bixin. Li Tirkiyeyê her dem çapemenî bi zextan re rû bi rû maye. Lê di serdema vê îktîdarê de ji her demê bêtir zext û tundiya li ser çapemeniye zêde bû.”

Welatê herî zêde rojnameger lê girtî ne Tirkiye ye

Muftuoglu anî ziman ku dema mirov li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê binirxîne divê rewşa rojnamegerên kurd cuda binirxîne û wiha berdewam kir: “Wekî ku li Tirkiyeyê kurd di her qadê de bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû ne, çapemeniya kurd jî bi hemar nergî ye. Li Wanê 5 hevalên me yên rojnameger hatin girtin. Ev nîşan dide ku rojnamegerên kurd li gelek qadan bi zext û tundiyê re rû bi rû ne. Sala 2020’an Tirkiye carek din ji bo rojnamegeran bû girtîgeh. Em li bendê bûn ku hevalên me yên girtî bên berdan lê li şûna wan berdin rojnamegerên din li rojnamegerên girtî zêde kirin. Tirkiye di qada azadiya çapemeniyê de, di nava welatên cîhanê de di rêza dawî de ye. Welatê herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiye ye. Li welatekî ku rojnameger lê girtî bin, mirov nikare qala azadiya çapemeniyê bike. Dîsa gelek rojnamegeran piraniya wextê xwe li salonên dadgehan derbas kir.”

Zextên li ser çapemeniyê

Muftuoglu destnîşan kir ku ji ber vê yekê dixwazin dawî li zextên li ser çapemeniyê bînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê rojnamegeran bê nefes nehêlin. Ji ber ku li cihê çapemenî ne azad be, mirov nikare qala azadiya çapemeniyê û demokrasiyê bike. Em di sala nû de ji bo hemû kedkarên çapemeniye û civakê salek azad dixwazin. Em ê di sala nû de bi hişyariya ‘Çapemeniya azad civaka azad e’ xebatên xwe berdewam bikin.””

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî daneyên raporê parve kir.

Daneyên raporê wiha ne:

  • 79 Rojnameger hatin binçavkirin.
  • 24 Rojnameger hatin girtin.
  • 19 Rojnameger bi êrîşan re rû bi rû man.
  • 17 Rojnameger bi muamemeyên xerab û gefên sîxuriyê re rû bi ru man.
  • Di 12 bûyeran de rojnameger hatin astengkirin.
  • 54 Rojnameger der barê wan de lêpirsin hatin vekirin.
  • 53 Rojnameger der barê wan de doz hatin vekirin.
  • 43 rojnameger bi cezayê hepsê yê 150 sal û 15’an hatin cezakirin. 56.310 tl cezaye pereyan li wan hatin birîn
  • 539 rojnameger bi 231 dosyayan tên darizandin.
  • 8 rojname cezaye îlan û reklamê li wan hat birîn
  • RTUK’ê 43 ceza li çapemeniyê birî.
  • 1960 nûçe û 145 malperên înternetê, ragihandina wan hat astengkirin.
  • 6 rojnameger dawî li karê wan hat anîn.
  • Heta 4’ê Çileya 2021’an hêj 91 rojnameger girtî ne.

Lîsteya rojnamegerên girtî –Kanûn-2020

1 – Abdulkadir Turay – Nûçegîhanê Ajansa Dîcleyê

2 – Abdullah Ozyurt – Nûçegîhanê Rojnameya Zamanê

3- Adnan Bîlen – Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya

4 – Rojnameger Ahmet Altan

5 – Nûçegîhanê Zamanê Ahmet Feyzullah Ozyurt

6 – Nûçegîhanê Zamanê Ahmet Metin Sekizkardeş

7 – Midûrê nûçeyan ê Zamanê Ahmet Uzan

8 – Xwediyê Rojnameya Akisê Alaattîn Akkaşoglu

9 – Koordînatorê TRT Haber Alî Ahmet Boken

10 – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Alî Aşikar

11 – Nivîskarê Rojnameya Zamanê Alî Unal,

12 – Xebatkara Zamanê Ayşenur Parildak

13 – Nivîskar û rojnameger Aytekîn Gezîcî

14 – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Baran Karadag

15 – Nûnerê Rojnameya Zamanê Beytullah Ozdemir

16 – Nûçegîhanê CHA Burçîn Selçuk Dokgoz

17 – Nûçegîhana Zamanê Buşra Erdal

18 – Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Cemîl Ugur

19 – Midûrê Karê Nivîsan ê Mavî û Kent Cengîz Dogan

20 – Nûçegîhanê Rojnameya Bugun Cîhan Acar

21- Koordînatorê weşanê yê Rojnameya Mîllet Cuma Ulus

22 – Nûçegîhanê rojnameya Bûgun Çetîn Çîftçî

23 – Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Dîndar Karataş

24 – Nûçegîhanê DÎHA Ziya Ataman

25 – Nûçegîhanê Zamanê Emre Soncan

26 – Nûnerê Rojnameya Zamanê Enîs Oznuk

27 – Nûçegîhanê Fox TV Ercan Gun

28 – Edîtorê Kovara Eylul Erdal Susem

29 – Midûrê Rojnameya Meydanê Erdal Şen

30 – Spîkerê Bugun TV Erhan Akkuş

31 – Midûrê Karê nivîsê yê Kovara Odak Erol Zavar

32 – Midûrê Zamanê yê Erziromê Ersîn Demîrcî

33 – Nûçegîhanê Cîhan-Zamanê Fahrî Oztoprak

34 – Nûçegîhanê Ajansa Cîhanê Faruk Akkan

35 – Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat ê Dîlokê Ferhat Çiftçî

36 – Nûçegihanê Rojnameya Zamanê Fethî Altun

37 – Nivîskarê Rojnameya Zamanê Fevzî Yazici

38 – Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat Gokhan Gumuş

39 – Nivîskarê Rojnameya Bugun Gultekîn Avci

40 – Spîkerê TRT Haberê Hamza Guneri Gok

41 – Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Zamanê Harun Çumen

42 – Xebatkarê TRT’ê Hasan Huseyîn Ors

43 – Nûçegîhanê TRT’ê Hasan Taşar

44 – Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Atilimê Hatîce Duman

45 – Serokê Weşanê ya Samanyolu Hidayet Karaca

46 – Nûçegihanê CHA’yê Huseyin Aydin

47 – Xebatkarê TRT’ê Îbrahîm Halîl Ozturkerî

48 – Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş

49 – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Îlker Îlkan

50 – Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban

51 – Nûçegihanê DÎHA Kamuran Sunbat

52 – Nûçegihanê Ceylane Kazim Canlan

53 – Gerînendeyê Weşanê yê Radyo Dunya Kenan Karavil

54 – Midûrê Karên nivîsan ê Kovara Ozgur Halk Mahmut Gulecan

55 – Nivîskarê Tarafê Mehmet Baransu

56 – Nûçegîhanê DÎHA Mehmet Guleş

57 – Nûçegihanê Zamanê Mehmet Kuru

58 – Gerînendeyê FM’ê Miktat Algul

59 – Xwediyê Subuhaber.com Muhammed Saît Kuloglu

60 – Xebatkarê Kovara Nokta Murat Çapan  –

61 – Midûrê Karen Nivîsan ê Rojnameya Demokrat Murat Dagdeviren

62 – Midûrê Rojnameya Bugun Mustafa Erkan Acar

63 – Nûnerê Kovara Ekmek û Edalet Mustafa Gok

64 – Nûçegîhanê Rojnameya Radîkal Mustafa Gokkiliç

65 – Rojnameya Zamanê Mustafa Unal

66 – Koordinatorê Milletê Mutlu Çolgeçen

67 – Nûçegihanê CHA Mutlu Ozay

68 – Rojnameger Nazan Sala

69 – Nûçegîhanê DÎHA Nedim Turfent

70 – Nivîskarê Rojnameya Zaman Nuh Gonultaş

71 – Koordînatorê Haberturk Oguz Usluer

72 – Gerinedeyê Samanyolu Osman Çalik

73 – Nûçegihanê Cîhan Omer Oruç –

74 – Şefê TRT İstabul Ozcan Keser,

75 – Xebatkarê TRT’ê Ozden Kinik

76 – Midûrê Kovara Mucadele Birligi Samî Tunca

77 – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Semih Elitaş

78 – Xebatkarê Burcu FM Serkan Sedat Guray

79 – Xebatkarê Halkin Gunlugu Sertan Onal

80 – Xebatkarê TRT Haber Seyid Kiliç

81 – Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat ê Edeneyê Seyithan Akyuz

82 – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Sibel Mustafaoglu

83 – Nûçegîhana Jin Newse Şehriban Abî

84 – Nûçegîhanê TRT’ê Turgut Usul

85 – Nûçegîhana Sabah’ê Tulay Canpolat

86 – Nivîskarê Vatanê Ufuk Şanli

87 – Nûnerê Rojnameya Zamanê Vahit Yazgan

88 – Edîtorê Kovara Ozgur Halkê Yilmaz Kahriman

89 – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Yıldırım Temel

90 – Edîtorê Rojnameya Bugun Zafer Ozcan AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar