Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Cuma - 6 Eylül 2024

DGH’ê bîlançoya çalakiyên xwe ragihand

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet di meha nîsanê de gelek çalakî li dar xistibûn. Bîlançoya çalakiyan hat aşkerakirin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet di meha nîsanê de gelek çalakî li dar xistibûn. Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger (DGKH) bîlançoya çalakiyên di meha Nîsanê de aşkera kirin.

Di daxuyaniya DGH û DGKH’ê de ev tişt hatin diyarkirin:“Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Apo û grevên birçîbûnê yekîneyên me yên bi navê Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet li bajarên Tirkiye û Kurdistanê gelek çalakî lidarxistin. Di van çalakiyan de 2 fabrîke, 3 wesayît û trafoyek hatiye şewitandin.”

Bîlançoya çalakiyan

Di 9’ê nîsanê de saet di 21.20’an de li taxa Pazaryerî ya Êlihê trafoya elektrîkê ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Ayten Beçeh hatiye şewitandin. Di çalakiyê de bi milyonan xisar pêk hatiye.

Di 19’ê nîsanê saet di 04.00’an de wesayîteke li taxa Gumuşyaka ya Sîlîvrî ya Stenbolê ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zulkuf Gezen hatiye şewitandin. Di çalakiyê de wesayît bûye xwelî. Di 22’ê nîsanê de jî li ser Rêya Bayrampaşa ya Gungorenê ya Stenbolê wesayîteke serwîsê ji aliyê yekîneyên me ve hatiye şewitandin. Di çalakiyê de wesayît bûye xwelî.

Di 23’ê nîsanê de saet di 02.00’an de li taxa Hamîtler a Bûrsayê wesayîtek ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Ayten Beçet hatiye şewitandin. Di çalakiyê de wesayît bûye xwelî.

Di 24’ê nîsanê saet di 01.00’an de fabrîkeyea kûmaş a li taxa Zafer a navçeya Merkez Efendî ya Denîzlî ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zulkuf Gezen hatiye şewitandin. Di fabrîyekê de bi qasî 4 milyon lîra xisar çêbûye. Di 27’ê nîsanê de saet di 03.30’an de li taxa Korûcûk a Pamûkkale ya Denîzlî fabrîyeke tekstîlê hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de fabrîke bûye xwelî. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar