Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Cuma - 6 Eylül 2024

DGH’ê li Stenbol û Bursayê çalakî pêk anîn

Koordînasyona DGH’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ji bo şermezarkirina tecrîdê û bîranîna girtiyên ku çalakiya fedaî pêk anîn, li Stenbol û Bursayê çalakî pêk anîne. Koordînasyonê destnîşan kir hêzên wan tevî 6 wesayîtan, depoyek û kargehek jî şewitandine

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bîranîna girtiyên siyasî yên ku ji bo rakirina tecrîdê çalakiya fedaî pêk anîn, li metropolên Tirkiyeyê çalakiyên cuda li dar xistine.

Di daxuyaniyê de Koordînasyona DGH’ê de destnîşankirin ku hêzên wan di 14’ê adarê saet 04.30’an de li taxa Kazim Karabekîr a navçeya Baglar a Stenbolê wesayîtek şewitandiye û der barê çalekiyên li Stenbolê ev agahî parve kirin: “Di 17’ê adarê saet 04:30’an de li taxa Talat Paşa ya navçeya Kagithaneyê wesayîta kesê bi navê Z.O. hate şewitandin. Di 17’ê adarê saet 00:30’an de li taxa Hamîdiye ya Kagithaneyê wesayîtek hate şewitandin. Di 20’ê adarê saet 23:30’an de li taxa Înonu ya Şîşliyê depoyeke xurdeyan hate şewitandin.”

Koordînasyonê di berdewama daxuyaniyê de jî ragihand ku hêzên wan di 23’yê adarê saet 00:15’an de li taxa Yeşîlova ya navçeya Kuçukçekmeceyê wesayîtek, di 24’ê adarê saet 23:00’an de li taxa Pîrî Mehmet Paşa ya navçeya Sîlîvriyê wesayîtek û di 23’ê adarê saet 01:00’an de jî li taxa Omerlî ya navçeya Arnavûtkoyê depoya febrîqeya hilberîna ambalaj û kaxizan a ji 4 qatan pêk dihat, hate şewitandin.

Her wiha koordînasyonê da zanîn ku hêzên wan di 23’yê adarê saet 01.00’an de li Înegol a Bursayê wesayîta kesê bi navê S.E hate şewitandine. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar