Li Tirkiyeyê di 12 mehên dawî de hezar û 557 karker bûn qurbana qezayên kar. Ji van karkeran 62 karkerên zarok bûn qurbana cînayetên kar
Li gorî daneyên Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran, di nava salekê ango 12 mehên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 557 karker bûn qurbana cînayetên kar. Li gorî daneyan ji van karkeran jê 62 karker zaror bûn û piranî temenê wan kêmî 14 salî bûn. Li gorî raporan ji sedî 98’ê karkeran bê sendîkayî bûn. Zarokên karker ên jiyana xwe ji dest dan jî tevahî bê sîgorta û bi qaçaxî kar dikirin.
Meh bi meh daneyên raporê wiha ne:
Meha Cotmehê 2019’an:
Di cotmehê de 155 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji 155 karkeren di cotmehê de jiyana xwe ji dest dan 2 jê zarok û 8 karker koçber bûn. 3 jê ji Sûriye, 2 jê ji Rûsya, yek jê ji Afganistan, yek jê ji Ozbekistan û yek jê jî ji Îranê bû. Di 10 mehan de 99 karkerên koçber jiyana xwe ji dest dan.
Meha Îlona 2019’an:
Di meha îlonê de 145 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji 145 karkeran jê 6 zarok bûn. 3 sendîkavan û 142 karker bê sendîkayî bûn. Ji 145 karkerên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan 11 ji wan jin bûn.
Meha Tebaxa 2019’an:
Di tebaxê de herî kêm 148 karker bûn qurbana kar. Ji van 14 jê zarok 12 jê jin û 11 karker jî koçber bûn. Karkerên penaber 9 jê ji Sûriyeyê, yek jê ji Polonya û yê jê jî ji Ukraynayê bû. Ji karkeran tenê 2 kes sendîkayî bûn û 146 karker jî bê sendîkayî û ji hemû mafên xwe bêpar bûn.
Meha Tîrmeha 2019’an:
Di tîrmehê de 163 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji van karkeran jê 6 zarok, 10 jin û 6 karker koçer bûn. Ji karkerên penaber 2 jê ji Sûriye, 2 jê ji Turkmenistan, yek Îtalya û yek jî ji Gurcistanê bû. Tenê karkerek sendîkayî bû, yên din tev ji mafê xwe bêpar bûn.
Meha Hezîrana 2019’an:
Di hezîranê de 124 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji van zarokan 6 jê zarok, 17 jê jin û 13 karker jî koçber bûn. Ji penaberan jê 6 ji Sûriye, 5 ji Afganistan, yek ji Îranê û yek jî ji Ozbekistanê bû. Tenê karkerek sendîkayî bû.
Meha Gulana 2019’an:
Di gulanê de 163 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji 163 karkeran jê 9 zarok, 12 jê jin, 6 karker jî koçber bûn. Ji karkerên penaber 3 ji Sûriyeyê, 2 ji Afganistan û yek jî ji Kolombiyayê bû. Ji 163 karkeran tenê 5 karker sendîkayî bûn.
Meha Nîsana 2019’an:
Di meha nîsanê de 145 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji 145 karkeran 2 jê zarok, 7 jê jin û 10 karker jî koçer bûn. Ji 10 karkerên penaber 5 jê ji Sûriyeyê, 2 ji Afganistan, yek ji Çek, yek ji Gurcistan û yek jî ji Ozbekistanê bû. Ji 145 karkeran tenê 2 karker sendîkayî û bi sîgorta bûn.
Meha Adara 2019’an:
Di adarê de 108 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji 108 karkeran jê 5 zarok, 4 jin û 11 karker jî koçber bûn. Ji 11 karkerên penaber 7 jê ji Afganistanê, 2 ji Suriye û 2 jî ji Turkmenistanê bûn. Ji 108 karkeran tenê karkerek sîgortayî bû.
Meha Sibata 2019’an:
Di sibatê de 125 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji van karkeran yek jê zarok, 9 jê jin û 3 karker jî koçber bûn. Ji 3 karkerên penaber jî 2 jê ji Afganistanê û yek jî ji Sûriyeyê bû. Ji 125 karkeran tenê 2 karker sendîkayî bûn.
Meha Çileya 2019’an:
Di meha çileya 2019’an de 155 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji 155 karkeran jê 10 zarok, 11 jin û 19 karker jî koçber bûn. Tenê 3 karker sendîkayî bûn.
Meha Kanûna 2018’an:
Di kanûna 2018’an de 126 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji 126 karken yek jê zarok, 14 jin û 4 karker penaber bûn. Ji 4 karkerên koçber yek jê ji Sûriyeyê, yek jê ji Afganistanê, yek jê ji Romanyayê û yek jê ji Gurcistanê bû. Tenê 5 karker sendîkayî bûn.
Meha Mijdara 2018’an:
Di meha mijdarê de 154 karker bûm qurbana cînayetên kar. Ji van karkeran 4 jê zarok, 13 jin û 2 karker koçber bûn. Di 10 mehên ewil ên 2018’an de 66 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji 2 koçberan jî yek jê ji Sûriyeyê û yek jî ji Nijeryayê bû. Di 10 mehên ewil ên 2018’an de 104 karkerên koçber bûn qurbana kar. Ji 154 karkeran tenê 5 karker sendikayî bûn.
Çavkanî: MA – Mehmet Alî Ertaş