Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Di 14’ê Gulanê de em ê operasyona herî mezin li desthilatê bikin’

Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk bal kişand ser polîtîkayên destgîrkirin û girtinê yên li hemberî kurdan têne kirin, hêrsa gel zêde kirine û got: "Mûxalefeta heyî behsa edaletê, demokrasiyê dikin lê di gotinên xwe de qet ne samîmî ne.”

Di pêvajoya hilbijartinên 14’ê Gulanê de êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li hemberî kurdan dewam dikin. AKP-MHP ku gefê li ewlehiya hilbijartinê dixwe û hewl dide tirsê bixe nava dilê gel, polîtîkayên destgîrkirin û girtinê şidandiye.

Hefteyên derbasbûyî bi sedan kes hatin destgîrkirin, 50 kes jî hatin girtin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk ev pêla girtinê nirxand.

Ozturk anî ziman ku çavê her kesî li 14’ê Gulanê ye û destnîşan kir ku operasyonên qirkirina siyasî hêvî, bendewarî û biryardariya gel a ji bo hilbijartinê hîn mezintir kiriye.

‘Operasyon hêrsa gel hîn zêde dike’

Berdan Ozturk ragihand ku destgîrkirin û girtin hêrsa gel a li dijî desthilatdariyê zêde kiriye û wiha dewam kir, “Em dikevin hilbijartineke dîrokî. Di demeke bi vî rengî de destgîrkirin û girtina mirovên li hin saziyan, ji bo wê yekê ye ku dixwazin moralê mirovan xera bike û bi vî rengî encamekê bi dest bixin. Lê belê gelê me armanca van êrîşan baş zane. Operasyona herî mezin em ê di 14’ê Gulanê de li hemberî wan bikin. Em ê wan ji kokê ve ji holê rakin. Desthilatdarî bi van êrîşan nîşan dide ku tiştekî xwe nemaye bide civakê. Çi operasyonên qirkirina siyasî çi jî êrîşên li ser başûrê Kurdistanê ispata wê yekê ne ku desthilatdarî di dijminatiya li kurdan de bi israr e. AKP ku bi destgîrkirin û girtina siyasetmedarên kurd, bi polîtîkayên şer, bi şerê li dijî kurdan hesabê şaş dike.”

‘Dawî li deshilatdariya dijminên kurdan tê’

Berdan Ozturk bi bîr xist ku di 8 salên dawî de bi deh hezaran hevalên wan hatin destgîrkirin, nîvê wan hatin girtin û got, “Berê jî operasyonên bi vî rengî yên qirkirina siyasî hatin kirin. Di nava 8 salên dawî de bi deh hezaran hevalên me hatin girtin, hîn jî li girtîgehê ne. Lê belê berxwedana me, têkoşîna me bi dagirtina şûna hevalên hatin girtin bû bersiv. Em ê vê carê jî bibin bersiv. Vê carê nikarin rizgar bibin, wê têk biçin. Operasyonê jî bikin, polîtîkayên şer, polîtîkayên dijminatiya li kurdan dewam bikin jî kêm maye biçin. Rojên wan ên dawî ne.”

‘Mûxalefet di gotinên xwe de divê samîmî be’

Ozturk ragihand ku mûxalefeta li hemberî êrîşên li ser kurdan bêdeng e divê di gotinên xwe yên demokrasiyê de ji dil be û got, “Divê mûxalefet bi pîvan tevbigere. Yanî di demeke kurt a beriya hilbijatrinê de li hemberî Partiya Çepên Kesk, HDP, DBP, rojnamevan û saziyên din êrîş têne kirin, lê belê bêdeng dimînin. Qala hiqûq û edaletê dike lê belê li vir hiqûq tê binpêkirin. Edalet tê binpêkirin. Kes nerazîbûnê nîşan nade. Ev jî bêsamîmiyeta wan nîşan dide. Weke KCD em dibêjin eger ev bêdengî û bêhelwestî piştre jî dewam bike wê pirsgirêkên heyî kûrtir bibin. Di vê atmosferê de ku polîtîkayên şer û dijminatiya li kurdan giran bûye, eger hûn qala rizgariya ji rejîma yek şexsî dikin hingî divê hûn berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar