Rêveberiya Giştî ya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Tundiya li hemberî Jinan û Malbatê bîlançoya tundiya ku di du mehan de li başûrê Kurdistanê li hemberî jinan pêk hatî aşkera kir
Rêveberiya Giştî ya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Tundiya li hemberî Jinan û Malbatê li ser malpera xwe ya fermî bîlançoya tundiya li başûrê Kurdistanê li hemberî jinan di meha Çile û Sibatê de pêk hatî, weşand.
Li gorî bîlançoyê, tundiya li hemberî jinan li gorî du mehên destpêkê ya sala 2018’an zêde bûye.
Bîlançoya tundiya li hemberî jinan a mehên Çile û Sibatê ya li Herêma Kurdistanê pêk hatiye wiha ye:
- 5 jin hatine qetil kirin
- 7 bûyerên xwekuştinê
- 36 bûyerên şewitandina jinan
- 12 bûyerên xweşewitandinê
- Hezar û 446 gilî hatine kirin
- 26 bûyerên tundî û destdirêjiya zayendî hatine tomarkirin
Bi giştî hezar û 532 bûyerên tundiyê hatine tomarkirin.
Li gorî bîlançoyê Hewlêr û Raperîn di warê kuştinê de li pîleya yekemîn de ne. Di warê xwekuştinê de Soran, di warê xweşewitandin û tundiya zayendî de Silêmanî yekem e. Her wiha di warê gilîkirinê de jî Hewlêr di rêza yekem de ye. SILÊMANÎ