Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di 20 xaniyên polîsan de hezar û 847 hilbijêr!

Li Xelfetiyê ji 3 hezar û 187 hezar hilbijêrên hatin qeydkirin hezar û 847 jê li ser 20 daîreyên lojmanên polîsan hatine qeydkirin

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê ji derve 3 hezar û 187 hilbijêr hatine qeydkirin. Herî zêde hilbijêr li ser taxa Siyahgul, Taxa Firat û Taxa Cibînê hilbijêr hatine qeydkirin. Li ser van hersê taxan 2 hezar û 791 hilbijêr hatine qeydkirin.

Li Taxa Suyahgulê 2 hezar û 265 hilbijêr, li Taxa Firatê 352 hilbijêr û li Taxa Cibînê jî 174 hilbijêr ji derve hatine qeydkirin. Lê belê li Taxa Siyahgulê li Kolana Hastaneyê li ser 5 daîreyên lojmanên polîsan hezar û 306 hilbijêr, li lojmaneke din 541 hilbijêr hatine qeydkirin. Hat tespîtkirin her du navnîşanên navborî ji 5 qatan pêk tên û li her qatekê 2 daîre hene. Bi giştî li 20 daîreyên her du bînayan hezar û 847 hilbijêr hatine qeydkirin.

HDP’ê têkildarî mijarê serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da lê belê desteya hilbijartinê bi hinceta di daxwaznameya îtirazê de “delîl kêm in” îtiraz red kir. Hevseroka HDP’a Xalfetiyê Fatma Korkmaz, destnîşan kir ku bi vî awayî derketiye holê ku îktîdar bi hîleyên çawa hilbijartinê dike. Korkmaz, bi lêv kir ku ev yek li dijî qanûna bingehîn û hiqûqê ye, lê belê ew ê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr bidin û ew ê di sindoqan de bersiva van hîleyan bidin.

Her wiha li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li navçeya Wêranşar a Rihayê jî derket holê ku ji 32 bajaran 2 hezar û 250 kes li ser navçeyê hatine qeydkirin. Her wiha qeyda hezar û 262 hilbijêrên navçeyê jî hatin betalkirin. Ji Çewlig, Mereş, Meletî, Sêrt, Dîlok, Mûgla, Stenbol, Agirî, Erzingan, Eskîşehîr, Edene, Hatay, Adiyaman, Antalya, Tokat, Mêrsîn, Balikesîr, Enqere, Amed, Qers, Sêwaz, Manîsa, Kastamonû, Îzmîr, Erzirom, Kirikkale, Aydin, Konya, Aksaray, Kirklarelî, Çanakkale û Bûrdûrê hilbijêr li ser navçeyê hatine qeydkirin.

Li Wêranşarê, li Mala Mamosteyan a kapasîteya wê 55 nivîn e 121 hilbijêr hatine qeydkirin. Li navçeyê nîviyê 2 hezar û 500 hilbijêrî li ser Taxa Kişlayê hatine qeydkirin. Yên mayî jî li gundan hatine qeydkirin. HDP’a Wêranşarê jî îtiraz kir lê belê hîn Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê bersiva îtirazê nedaye. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar