Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Di 22 salan de komploya navneteweyî têk çû

Dema dest bi komploya navneteweyî hat kirin, hedefa wan a pêşî dîlgirtina Rêber Apo û ya duduyan jî tasfiyekirina PKK’ê bû. Heger bigihîştina armanca xwe, wê gelê Kurdistanê teslîm bigirtana û li gorî wan wê astengiya li pêşiya wan a mezin ji holê rabûya. Tişta vê bi hêzên komploger dabû bawerkirin jî ‘Projeya Rojhilata Navîn a Mezin’  bû ku navê wê yê nû ‘Projeya Rojhilata Navîn a Berfirehkirî’ ye. Di pratîkkirina vê projeyê de, roleke kilît a girîng dabûn Kurdistana mêtingeh a navdewletî. Ew pê bawer bûn ku wan di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêber Apo gaveke mezin avêtiye û nêzî hedefa xwe bûne.

Ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha 22 sal derbas bûn. Hêzên komploger ên navneteweyî rojên piştî dîlgirtina Rêber Apo, li gorî xwe ‘gihîştibûn armanca xwe’ û li benda hin encanman bûn. Di vê çarçoveyê de, digotin temenê PKK’ê çend meh e. Wan digot herî zêde ‘şeş meh temenê wê maye’. Wan li gorî encamên komployên berê yên li welatên din pêk anîbûn, bi hêvî bûn ku heman ecaman ji vê komployê jî bi dest bixin. Tevî van hin sedemên din jî hebûn ku li benda encamên wiha bûn. Yek ji van sedemên sereke PDK bû ku ji destpêka komploya navneteweyî di nav komployê de bû û her wiha ji provokasyona tasfiyekar Ferhat-Botan bi hêvî bûn.

Lê belê piştî dîlgirtina Rêber Apo encamên li bendê bûn pêk nehatin. PDK û hevkarên wê yên tasfiyekar, ajan û provokator negihîştin armanca xwe. Ferhat-Botan ên porvokator ên bi xiyanetê zirareke mezin dan doza gelê Kurdistanê û PKK’ê; bi kesayetên ketî, bêbiryar, qediyayî, teslîmî zeafên xwe bûbûn û dejnere yên li dora xwe kom kiribûn ji neçarî reviyan.

Rêber Apo yê armanca sereke ya komploya navneteweyî vegotibû, mezinbûna êrîşê dît û bi tedbîran pêşiya provokasyona tasfiyekar girt û ew têk bir. Ne tenê ev kir, her wiha derfetên destpêkirina pêvajoyeke nû ya têkoşînê afirandin. Pêvajoya bi pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an hat destpêkirin bû navê vê. Bi civîna Kongreya Avakar a PKK’ê û ragihandina KCK’ê ev pêvajo hat tacîdarkirin.

Bi vî awayî, hêzên komploger ên navneteweyî negihîştin hedefa xwe. Bi navekî din, hat pûçkirin. Lê belê ev nehat wê wateyê ku hêzên komploger dev ji armanca xwe ya stratejîk berdane. Heta êrîşên xwe berfirehtir kirin. Êrîşên xwe yên li dijî PKK’ê ya xwe da hev û dest bi pêngavê kir, berfireh û zêdetir kirin. Dewleta TC’ê ya faşîst bi hevkariya PDK’ê û bi desteka DYA-Îngilîstan-Îsraîlê asta êrîşên xwe bilind kir. Li ser tifaqa antî-kurd, bi dewletên Îran, Sûriye û Iraqê re hatin ba hev û di heman demê de bi hevkariyê êrîşên xwe zêde kirin. Tenê bi vê neman, di bin navê ‘hevdîtinên Osloyê’ de, bi rê û rêbazên nû komplo berfirehtir kirin. Sê jinên kurd ên şoreşger, yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê qetil kirin. Planeke mîna ‘hevdîtinên Osloyê’ li Îmraliyê kirin dewrê. Piştî vê, ‘Plana rûxandinê’ kirin dewrê ku di civîna Lijneya Ewlehiya Millî ya 30’yê Cotmehê hatibû amadekirin û berê sîmulasyona wê hatibû. Her wiha tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo kûrtir kirin. DYA’ê bi awayekî rasterast bi hedefgiritina hevalên me Cûma, Abbas û Cemal xwest komploya navneteweyî nû bike. Di 2020’an de, bi armanca bi temamî tasfiyekirina PKK’ê êrîş kirin.

Lê belê hêzên komploger ên navneteweyî, hemû derfetên xwe bi kar anîn lê dîsa jî bi ser neketin û negihîştin armanca xwe. Hêzên şerê taybet ên dewleta TC’ê yên li hemberî gerîlayên azadiyê yên bi taktîk, teknîk û terza tevgerê xwe nû kirin, ketin sendromê. Desthilata Erdogan-Bahçeli-Perinçek ketin pêvajoya jihevdaketin û rûxandinê, desteka xwe ya di qada navneteweyî de ji dest da û bi tenê ma. PDK ya bi rola nûkirina komploya navneteweyî û dewleta TC’ê ya qirker radibû, teşhîr bû, li derveyî gelê Kurdistanê û hêzên wê yên neteweyî ma û tecrîd bû.  Bi vî awayî, komploya navneteweyî ji aliyê Rêber Apo, gelê Kurdistanê û PKK’ê ve careke din hat pûçkirin.

Ji aliyê PKK’ê ve pûçkirina komploya navneteweyî ya dixwest xwe nû bike, hin peywirên din dan ber gerîla û gelê Kurdistanê. Pêngava demokratîk û şoreşger a bi dirûşma “Bes ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” ya di 12’ê Îlona 2020’an de hat destpêkirin, biryardarî û pêngava ji bo pêkanîn û serkeftina vê peywirê ye.

Li ser vê bingehê, ji her demê bêhtir bi nêzîkbûna hedefa Serokatiya Azad, Kurdistana Azad dikevin 23 saliya komploya navneteweyî. Derfetên vê ji her demê zêdetir in. Niha dema pêkanîna van peywir û berpirsiyaran e ku nikarin bên taloqkirin.

Nûçeyên Têkildar