Tirkiye ku di polîtîkayên “ewlehiyê” de li çareserkirina meseleya kurd digere, her tim di nava krîzên aborî de maye. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Sezaî Temellî ku têkiliya di navbera neçareserkirina meseleya kurd û krîza aborî de nirxand, bal kişand ser daneyên di raporên Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê yên Navneteweyî (Sîprî) ku Tirkiye di şerê zêdetirî 40 sal in didome de, trîlyon û nîv dolar ji bo şer veqetandiye. Temellî bilêv kir ku di 25 salên komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, ji bo şer herî kêm 720 milyar dolar hatiye xerckirin.
‘Çima PKK heye?’
Temellî diyar kir ku pirsgirêkeke herî bingehîn a Tirkiyeyê jî meseleya kurd e û neçareserkirina vê meseleyê bûye sedema têkoşîna çekdarî. Temellî, got: “Sedema qewimînên di 25 salên dawî de çawa ku li gor meseleya kurd teşe girtine, di pêvajoya komployê de jî heman pirsgirêk hebû. Lewma divê em wekî encamekê li rastiya PKK’ê mêze bikin. Çima PKK heye? Tew mirov dikare li dema beriya PKK’ê jî mêze bike. Di sedsala Tirkiyeyê de û dema beriya vî sedsalê, em dibînin ku meseleya kurd meseleyeke çiqas diyarker e. Sedema ku dîroka kurdan dîroka serîhildanê ye, ji ber vê ye. Lê Tirkiyeyê ev meseleya xwe çareser nekir. Ev mesele, pirsgirêkeke civaknasiyê ye, ev mesele pirsgirêkeke dîrokî ye. Neçareserkirina vê meseleyê, te di warê meseleyên din de jî ber bi hin cihan ve dibe. Hûn dibin welatekî ku di nava krîzan de biterpitin.”
‘Bingehê tevahî krîz û pirsgirêkan meseleya kurd e’
Temellî anî ziman ku gava mirov li 25 salên komploya navdewletî mêze dike dibîne ku li Tirkiyeyê tu pirsgirêk çareser nebûne û bêtir krîz çêbûne. Temellî wiha domand: “Di piraniya van 25 salan de desthilata AKP’ê heye. Beriya wê desthilata Ecevît hebû. Lê gava hûn li serdemên wê mêze bikin, taybetmendiyên wan ên wekhev ew e ku meseleya kurd çareser nekirine. Û her carê welêt ber bi krîzeke din ve birine. Lewma dixwazîm di warê aborî, di warê siyasî û di warê civakî de li ser meseleyê bisekinin, axirê em diçin û tên di heman meseleyê de asê dibin. Ger hûn ji zanyaran bipirsin ‘Faktorên diyarker ên di vê pêvajoyê de çi ne? Korelasyona sereke li ku ye? Têkilî li ku dirûv digire?’ dê bibêjin meseleya kurd.”
Temellî destnîşan kir ku navenda krîzên aborî û siyasî yên Tirkiyeyê meseleya kurd e û got: “Gelek lêkolînên di vî warî de hene. Û em vê rastiyê dibînin, hem li krîza dema Tansû Çîllerê hem li krîza 2001’ê hem jî li krîzên di dema Erdogan mêze bikin; sedema hemû krîzan yek e.”
‘Li Tirkiyeyê tenê aboriya şer a piralî heye’
Temellî destnîşan kir ku Tirkiye tim di nava şer de ye û ev tişt anî ziman: “Ev dibe sedema ku tu hîn bêtir çekan peyda bikî. Ev dibe sedema ku tu jiyana civakî bêtir li gor vê ferasetê vesaz bikî. Gava em li van mêze dikin, em dibînin ku Tirkiye di nava aboriyeke şer de ye. Gava behsa şer tê kirin, şerê wekî yê Ûkraynayê tê bîra mirov. Na, ev şer şerekî ev qasî piralî ye ku sîrayetî jiyana me ya rojane dike. Bandorê li fiyetê nan dike. Lewma Erdogan gotibû ‘ma hûn dizanin fiyetê fîşekekê bi çi qasî ye?’ Lê ev şer ne ew şer e ku bi vî awayî bi ser bikeve. Li vir meseleya bingehîn, girêdayî neçareserkirina meseleya kurd, cihêkariyên rû dane. Civakê daxilî nava rageşiyê kiriye. Em behsa şerekî ku du dijmin li hemberî hev şer dikin, nakin. Em behsa şerê ku ji aliyê desthilatê ve hatiye afirandin û dilsozê kodên damezirîner e, dikin.”
‘Gava ewil a xelasiya ji tevahî pirsgirêkan azadiya fîzîkî a birêz Ocalan e’
Temellî destnîşan kir ku sedema ev qasî kedxwariyê, siyaseta kedxwariyê ya li Tirkiyeyê ye û ji bo bidawîlêanîna li bêedaletiya di aboriyê de divê pêşî li lêçûnên şer bê girtin û got: “Ji bo vê divê em pêşî li pergala tecrîdê ya bi komployê re hatiye çêkirin bînin. Ji bo vê jî divê Tirkiye hem li hundir hem jî li derve siyaseteke aştiyane bike. Ger çavkaniyên xwe di vî warî de xerc bike, wê gavê dê ev pirsgirêkên aboriyê ji holê rabin.”
Maliyeta şer: 720 milyar dolar
Temellî baş kişand ser maliyeta şerê ku li hemberî kurdan tê kirin jî û got: “Erdogan berê gotibû salê 30 milyar dolar ji bo şer tê xerckirin. Belkî hejmar zêdetir be. Lê em rabin dibêjin salê 50-60 milyar dolar ji bo şer tê veqetandin, em ê di cî de rastî êrîşan bên. Lê ew bi xwe vê hejmarê dibêjin. Lê gava em li 24 salan mêze bikin em dibînin ku 720 milyar dolar ji bo şer hatiye veqetandin. Hejmar ji vê pir zêdetir e. Em vê ji raporên Sîpriyê dizanin. Sîprî, dibêje Tirkiye di vê meseleyê de ku zêdetirî 40 sal in didome, 3 trilyon dolar xerc kiriye. Anku di 25 salan de trilyon û nîv dolar xerc kiriye.”
Temellî di dawiyê de destnîşan kir ku ger li Tirkiyeyê ji dêvla şer çareseriyeke demokratîk hebe dê rewşa aboriyê ya Tirkiyeyê baştir bibe û ji bo vê jî îşaret bi hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir.