Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Di 30 salan de 38, di çar mehan de 10 helîkopter hatin xistin

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîla performanseke xurt a şer nîşan dide, di warê taktîk de li pêş e, rêhevaltiya PKK’ê di asta herî bilind de ye û mirov li hemberî teknîkê di warê berxwedanê de efsaneyên xurt nîşan dide, di çar mehan de 10 helîkopter hatin xistin û derb li 70 helîkopteran hat xistin.

Artêşa Tirk qebûl nake ku gerîla helîkopteran dixînin xwarê, di yekê de ligel ku îdîa dikir helîkopterê qeza kiriye jî naxwaze ji gel re bibêje.  Lê hemû dewlet dema ku balefireke rêwiyan di arizeyeke teknîkî de bikeve, bi rapora qezayê ji gel re aşkera dike, lê tu derdekî artêş û desthilatdariya dewleta tirk tune. Jixwe medyaya tirk jî napirse, gelê tirk jî bêdeng dimîne.

Artêşa Tirk beriya salên 2000’î jî wisa bû û wisa didomîne. Sermesele di sala 2017’an de di dema êrîşa dagirker a li Çiyayên Katoyê de, Tumgeneral Aydogan Aydin gelek caran şer kiribû, li Kurdistanê tev li çalakiyan bûbû ku ji bo gerîla biqedîne û îmha bike. Ev kes leşkerî profesyonel ê dewleta tirk bû. Mêtingerî û faşîzm evqasî zêde dikir ku dewleta tirk ew li Fermandariya Tumena Sînor a Jendirmeyan a 23’emîn a Şirnexê peywirdar kiribû. Dema ku li Çiyayên Katoyê êrîşa dagirker didomiya, helîkoptera ji Sêgirka Qilebana Şirnexê rabû, hat îdîakirin piştî çend deqîqeyan li têla elektrîkê ketiye û helîkopter ketiye. 13 leşkerên tirk tê de miribûn.  Wekî ku gerîlayan jî diyar kiribû yekîneyeke gerîlayan bi sûîkastê li vê helîkopterê dabûn. Wekî îro gotibûn ‘Helîkopterê qeza kiriye’ û ev mesele girtin.

Ji ber ku gerîla carna ketina helîkopteran bi belge pêşkêş dike, artêşa tirk niha jî taktîkên nû dike. Di dema ketina helîkopteran de heke leşker nemire, bi balefirên şer qad tê bomberdûmankirin, leşkerên ku dikarin bi saxî bifilitin jî dikuje. Gerîla gelek caran bû şahidê vî tiştî û di daxuyaniyên rojane de qala vî tiştî kir.

*Hê mehek ji ser êrîşa dagirker derbas nebûbû di 11’ê gulanê de helîkoptera Skorsky li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn hat xistin. Qada ku helîkopter lê ket, ji aliyê artêşa tirk hat bombekirin.

*Di 27’ê gulanê de helîkoptera Skorsky xwest leşkeran deyne dora çeperên şer ên Şehîd Leşker a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Gerîlayên YJA Starê li helîkopterê dan, helîkopterê dema ku xwest biçe Qereqola Girê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê li dora çemê Zapê ket û îmha bû.

*Helîkoptera êrîşê dema ku xwest di 30’ê gulanê de Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bombe bike, bû hedefa gerîlayan. Piştî ku li helîkopterê hat xistin, dema helîkopter ber bi Qada Xeregolê çû, bi teqîneke mezin ket.

*Di 2’ê hezîranê de dema ku 2 helîkopterên êrîşê xwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî bidin, gerîlayan ji 2 milan ve li helîkoperan dan. Dema ku helîkopterekê xwest dûr bikeve, li dora Qada Berxwedanê ket û îmha bû.

*Helîkoptera Skorsky a ku xwest di 24’ê tîrmehê de leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, ji nêz ve lê hate xistin.  Agir bi vê helîkopterê ket û dema ku xwest dûr bikeve, helîkopter li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ket.

*Di 3’ê tebaxê de gerîlayan YJA Starê li Qada Berxwedanê li 2 helîkopterên êrîşê da. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 4’ê tebaxê de diyar kir ku ev helîkopterên Atak bûn û ketine xwarê.

* Dema ku helîkoptera Skorsky xwest di 19’ê tebaxê de leşkeran deyne dora çeperên şer ên Şehîd Gelhat a Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê, li helîkopterê hat xistin. Helîkopter bêyî ku leşkeran deyne li nêzî qereqola Girê ya Çelê ket û îmha bû.

*Artêşa tirk di şeva 2’ê îlonê de xwest 32 caran leşkeran deyne Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar. Dema ku helîkopterê xwest leşkeran deyne, helîkopter hat xistin.

*Li heman qadê di 3’ê îlonê de jî helîkopter geriyan. Gerîla mudaxeleyî hemû êrîşan kir û helîkoptera Skorsky dema ku xwest ji qadê dûr bikeve, li qada Barzanê ket.

*Herî dawîn di 4’ê îlonê de li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya Metînayê li helîkoptera Skorsky hat xistin û helîkopter ket.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar