Berxwedana Grevên Birçîbûnê yên Bêdem (BGBB) ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatiye destpêkirin êdî meha 5’emîn li pişt xwe dihêle. Berxwedan li zindan û gelek welatên cîhanê dewam dike û di vê pêvojoya berxwedanê de Zulkuf Gezen, Ugur Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar jiyana xwe ji dest dan. Dibe ku dema ev nivîs were weşandin hinek kesên din jî jiyana xwe ji dest bidin.
Li hemberî BGBB’ê hestiyariya raya giştî roj bi roj zêdetir dibe. Dema berxwedan dest pê kir hêzên serdest û îktîdarê xwestin grev balê nekişîne lê êdî nikarin BGBB’ê veşêrin. Ya herî girîng jî ew e ku gel dadikeve kolanan û li BGBB’ê xwedî derdikeve.
Hêzên serdest ditirsin ku raya giştî li çalakiyên BGBB’ê xwedî derkevin û ji ber vê yekê cenazeyên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar rewandin û gef li malbatan xwarin. Ligel evqas zextan dîsa jî nikarin bi ser bikevin. Hêzên demokrat û şoreşger li şehîdên BGBB’ê xwedî derdikevin. Çalakiyên ku piştî şehadetên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet û Zehra Saglam hatin lidarxistin vê yekê nîşan didin serdest nikarin bi ser bikevin.
Dîktatoriya Erdogan-Bahçelî di çarçoveya polîtîkayên komkujiyê, mêtinger û ‘Plana Çokdanînê’ de naxwazan haya gel ji Berxwedana Grevên Birçîbûnê yên Bêdem hebe. Li gorî vê polîtîkaya wan li dijî her cure zext û zordariyê dê civakeke bêdeng û wekî pez bixwazin kîjan alî biajon bihata afirandin. Xwedîderketina cenazeyên şehîdên BGBB’ê nîşan dide ku dîktator bi ser neketin.
Dîktatoriya Erdogan-BahçelÎi xwestin bi ‘Plana Çokdanînê’ wisa bikin ku civaka Kurdistanê, şoreşger, demokrat bitirsin, bêzar bibin û careke din ranebin ser pêyan. Stratejiya xwe li gorî vê yekê amade kir. Li ser Rêber Apo tecrîdeke teqez xistin meriyetê, mekanîka darbeyê ji nû ve xistin dewrê û bi Biryarnameyên di Hiqmê Qanûnê de civak rêvebirin û ev hemû nîşaneyên stretajiya wan e.
Gel her roj bêhtir li dora BGBB’ê xeleka berxwedanê ava dike, xwedî li çalakiyan derdikeve û ev yek jî plaên dîktatorên faşîst Erdogan-Bahçelî vala derdixe. Di 31’ê Adarê de hilbijartinên rêveberiyên herêmî tên lidarxistin û ev hilbijartin wan bêhtir tengav dike. Bi mezinbûna çalakiyên BGBB’ê nîşan dide ku têkçûna wan nêz e û ji ‘Bandora Pinpinikê’ ditirsin.
Hêza ‘Bandora Pinpinîkê’ berê jî tesîr li dîktatoriya faşîst ya Erdogan-Bahçelî kiribû. Dîktatoriya wan ji darbeya faşîst ya 12’ê Îlonê encam derxistibû û darbeyê rojanebûne dikin. Ew bûn şahidê serkeftina komek însan û Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bandoreke wilo li wan kiribû. Dema dest bexwedanê kirin tenê çend kes bûn, lê fermandarên cûntaya faşîst a 12’ê îlonê têk çûn û pêvajoyeke nû ya berxwedanê dan destpêkirin.
Berxwedana Kobanê jî bi vî rengî bû. Kobanê li aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatibû dorpêçkirin û berxwedan li qadeke biçûk ji aliyê komekê dihat meşandin. Wê demê Erdogan bi kêfxweşî digot; ‘Vaye Kobanê ket û dikeve’. Kêfxweşiya Erdogan di qirika wî de ma û civaka Kurdistanê li hemberî wî daketin kolanan. Welê bû ku Erdogan di mala xwe de xewnereşk didît. Erdogan-Bahçelî niha jî bi heman rengî ditirsin û tirsa wan ji ber çalakiyên BGBB’ê ye. Di pêvajoyeke wiha de li Dêrazorê keleha dawîn a DAIŞ’ê ango Baxoz ket û serkeftina HSD’ê tirsa wan mezintir kir û ji niha ve xewnereşkan dibînin.
Hemû kes dizane ku herî zêde dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî piştgirî dan DAIŞ’ê. Ji ber vê yekê ye ku têkçûna DAIŞ’ê di heman demê de tê wateya têkçûna wan. Ev têkçûneke ji rêze nîne. Têkçûn li Kobanê dest pê kir, li Girê Spî, Eyn Îsa, Minbic, Tebqa û Reqqayê dewam kir û li Dêrazor-Baxozê gihîşt encamê. Dizanin ku ev têkçûn di heman demê de têkçûna wan e û êdî dor tê rizgariya Efrînê û serkeftinên li bakurê Kurdistanê. Dibînin ku hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê dibe destpêkeke nû ya têkçûna wan.
Berxwedana grevên birçîbûnê bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û bi şehadeta Zulkuf Gezen, Ugur Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar dewam kir. Ji ber vê yekê hilbijartinên 31’ê Adarê girîng in û ev tenê hilbijartineke rêveberiyên herêmî nîne. Ev hilbijartin di heman demê de li dijî dîktatoriya Erdogan-Bahçelî tê wateya nîşandina helwestê.
Hilbijartinên 31’ê Adarê ya rêveberiyên herêmî dê pêşeroja Erdogan-Bahçelî diyar bike û ev hilbijartin ji bo pêşeroja civaka Kurdistan û Tirkiyeyê fetlonekek girîng e. Ji ber vê yekê divê hemû kes di hilbijartinê de helwesta xwe nîşan bidin û bi dengdayînê derbên giran li faşîzma AKP-MHP’ê bixin. Her dengekî ku li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê were bikaranîn ji bo azadî û demokrasiya civaka Kurdistan û Tirkiyeyê gelek girîng e.
Çend roj ma Berxwedana Grevên Birçîbûnê ya Bêdem meha pêncemîn temam bike û ji bo bîranîna Zulkuf Gezen, Ugur Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar serkeftinên li Baxozê û ketina keleha dawîn a DAIŞ’ê bû bersiv û pêwîst e di vê çarçoveyê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bersivek ji faşîzmê re were dayîn.