Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di 39 salan de bi sedan operasyonên têkçûyî

Tirkiye ji bo karibe bi hêsanî li derveyî sînor operasyonên eskerî pêk bîne, di sala 1983’an de bi dewleta Iraqê re “Peymana Hevkarî û Ewlehiya Sînor” îmze kir. Piştî vê peymanê salek şûnde TSK’ê li dijî axa Iraqê/Herêma Federe ya Kurdistanê operasyon ewil pêk anî û heta niha, di nava 39 salan de herî kêm 30 operasyonên bejayî û zêdeyî 100 operasyonên hewayî li dar xistin. Dîsa TSK’ê li nava sînorê Tirkiyeyê bi sedan operasyonên bejayî pêk anîn. Di operasyonan de medya hawiz gelek agahî berovajî kirin û bi civakê re parve kirin. Hişê civakê tev li hev kir. Civak şaş agahdar kir. Lê dema mirov li encama van operasyonan dinêre, bêtir hejmara endamên PKK’iyan zêde bûn û li çar aliyên Kurdistanê belav bûn.

Tirkiye 39 sal in li dijî PKK’ê operasyonan li dar dixe. Hem operasyonên bejayî, hem jî operasyonên hewayî bê navber berdewam dikin. Herî dawî TSK’ê li herêma Federe ya Kurdistanê ji hewayî û bejayî li dijî Qada Garê operasyon pêk anî. Çend roj in operasyon didome. Li gorî agahiyên herêmî fermandar û efser jî di nav de gelek esker hatin kuştin. Heta niha di encama operasyonên TSK’ê de her buhosta ax Kurdistanê ya gule û bombe lê nebariya ye tune. Di van operasyonan de bi deh hezaran esker û bi hezaran gerîllayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dane. Her çend operasyon zêde bûne PKK’ê bêtir xwe bi hêz û rêxistin kiriye. Li gel vê rastiyê jî Tirkiye hêj di operasyonan de israr dike.

Yekem operasyona li dijî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di 25/27’ê Gulana 1984’an de dest pê kir. Herî kêm bi 7 hezar esker tev li operasyonê bûn. Bi qasî 5 kîlometre derbasî sînorê Herêma Kurdistana Federe bûn. Wê demê Serokê Iraqê Saddam Huseyîn jî piştgirî da operasyona TSK’ê û artêşa Iraqê jî tev li operasyonê bû. Serokê PDK’ê Mesut Barzanî jî bertek nîşanî operasyonê dabû.

TSK’ê di 15’ê Tebaxa 1986’an operasyona duyemîn a der sînor pêk anî. Lê dîsa encam negirt. Di operasyona 4’ê Adara 1987’an de dîsa TSK’ê encam negirt. 5’ê Tebaxa 1991’an, operasyona Tevgera Melkesê (Supurge Harekati) pêk anî. Lê melkesa wan li ba ked. Di 25 Cotmeha sala 1991’an, 30’ê Tebaxa 1992’an, 2’ê Îlona 1992’an, 5’ê Cotmeha 1992’an û 27’ê Cotmeha 1992’an de 5 operasyonên der sînor pêk anîn. Di van operasyonan de eskeran cilên hêzên PDK’ê li xwe kirin û ketin şer. Di van salan de PDK, YNK û cerdevan xistin pêş xwe û ketin şer. Di van salan de PKK’ê li dijî operasyonên TSK’ê yên dervê sînor, bêtir li qada Tirkiyeyê xwe bi rêxistin kir û belav bû. Di nava gel de belav bû. Bêtir ciwanên kurd tev li PKK’ê bûn. Di 7’ê Cotmeha 1992’an, 30’ê Mijdara 1993’an û 28’ê Çileya 1994’an de balafirên şer ên TSK’ê ketin nava sînorê Herêma Kurdistan a Federe û kampên PKK’ê bombe kir. Di 18’ê Gulana 1994’an de balafirên şer Kampa Zelê bombe kir. Di 26’ê Tirmeha 1994’an, 3’ê Tebaxa 1994’an, de balafiran dîsa Herêma Kurdistana Federe bombe kir. Lê her çend medyaya girêdayî hikûmet û îktîdarê pesnê TSK’ê û Tirkiyeyê dan jî, lê piştre derket holê ku operasyonên wan encam negirtine.

*Di 21’ê Adara 1995’an de operasyona Çelîk ku yek ji operasyonên herî mezin bû bi tevlêbûna 35 hezar eskeran operasyona dervê sînor pêk anî. Bi qasî 5-10 kîlometre ket nava sînorê Herêma Kurdistana Federe.  Eskerên tev li operasyonê bûn di 30’ê Kanûna 1996’an de ji aliyê Serokwezîr Tansu Çiller ve hat pêşwazîkirin. Serfermandarê artêşê wê demê daxuyanî da û îdea kir ku di roja 43’an de 555 PKK’iyan jiyana xwe ji dest dane.

TSK’ê her çend di operasyonan de encam negirt jî dîsa bi fermana hikûmetê operasyonên der sînor berdewam kir. Di Nîsana 1996’an de Operasyona Tevgera Atmaca, di 14’ê Hezîrana sala 1997’an de operasyona Tokat, di 14’ê Gulana 1997’an de operasyona Tevgera Çekiç pêk anî. TSK, di operasyona Çekîç de li ser daxwaza PDK’ê ket axa Herêma Federe a Kurdistanê. Operasyona Şafakê di 25’ê îlona 1997’an de dest pê kir û di 16’ê Sibata 1999’an de bi dawî bû. Di Nîsana 1998’an de Operasyona Murat, di 16 Kanûna 2007’an TSK’ê li dijî herêma Zap, Avaşîn, Xakurkê operasyona hewayî û bejayî pêk anî. Di 15’ê Çileya 2008’an de li dijî herêma Zap, Ava Şîn, Basyan û Xakurkê operasyona hewayî. Balafirên şer herêm bombe kir. Di 21’ê Sibata 2008’an de Operasyona Guneş Harekatî, di 17’ê Tebaxa sala 2011’an de operasyona der sînor, di 24’ê Tîrmeha sala 2015’an de operasyona Şehîd Yalçin a der sînor, di 18’ê Adara 2016’an de oprasyona hewayî ya der sînor, di 11’ê Adara 2018’an de operasyona Karar Harekati ya der sînor, di 28’ê Gulana 2019’an operasyona Pençe ya der sînor, di Tîrmeha 2020’an de operasyona hewayî û bejayî ya li dijî heftenînê pêk anîn. Herî dawî di 10’ê Sibata 2021’an de li dijî Garê operasyona hewayî û bejayî li dar xistin. Lê balkêş ve vê carê tîmên taybet û hêzên taybet ên li barageh û kampên Herema Federe ya Kurdistanê bi cih bûbûn ji aliyê Herêma Federe ve dest bi operasyonê kirin. Hêzên Roj û hêzên PDK’ê jî tev li vê oporesyonê bûn.

Di her operasyonê de medyaya îktîdarê zêde pesnê operasyonan dan. Zêde mezin kirin. Bi deh hezaran esker tev li operasyonan bûn. Bi hezaran caran balafirên şer ên F-16 ji Amed, Meletî rabûn. Bi hezaran helîkopterên Kobra û Skorskî hemû çiya bombe û gulebaran kir. Bi deh hezaran guleyên top û hawanan li çiyayê Kurdistanê barandin. Her carê daxuyanî didin û dibêjin ‘Me 100 kes, 200 kes, 500 kes kuştin. Lê çawa çê dibe di şerê bejayî yên dijwar de tenê PKK’î tên kuştin û esker nayên kuştin. Gelo êdî gelê Tirkiyeyê ji vê yekê bawer dike? Çawa çê dibe ku di her operasyonê de dibêjin “Me koka wan qeland û tune kirin”, lê dîsa pêdivî bi operasyonek din dibînin. Gelê kurd û tirk bawer im êdî vê yekê lêpirsîn dikin û ji van agahiyan bawer nakin. Ji ber ku rastî ji gel tê veşartin. Rastiya şer tê bincilkirin. Lê dem û dîrok hemû rastiyan aşreka û teşîr dike. Dem û dîrok dê rastiya vê operasyonê jî ronî bike.

Nûçeyên Têkildar