Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di 4 mehan de 9 lêpirsîn li Tunç vekirin

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç di nav 4 mehan de 9 caran xistin ber lêpirsînê. Tunç wiha got: “Me tu carî li dijî zextan serî netewand. Wê ev zext nikaribin me ji têkoşîna me paş ve bixînin.”

Dewleta tirk li Cizîra Şirnexê li ser hev bênavber Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Cizîrê Guler Tunç dixin ber lêpirsînan. Di qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîrê hevjînê wê Orhan Tunç û tiyê wê Mehmet Tunç di jêrzemînan de hatibûn kuştin. Guler Tunç piştî hilbijartina xwecihî ya 31’ê adarê hevserokatiya HDP’ê birêve dibe. Di 4 mehan de 9 caran xistin ber lêpirsînê. Hin lêpirsîn demek beriya niha veguherîn dozê.

Li Cizîrê di serdema çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku çend girtiyan dawî li jiyana xwe anîbû daxuyanî hatibûn dayîn. Ji ber van daxuyaniyan jî Guler Tunç xistin ber lêpirsînê. Di nava lêpirsînê de ya herî balê dikişîne jî ew e ku ji ber Tunç di cejnê de gorên hevjînê xwe Orhan Tunç û tiyê xwe Mehmet Tunç ziyaret kiriye.

Di 20 rojan de 6 lêpirsîn

Guler Tunç têkildarî mijarê axivî û destnîşan kir ku lêpirsînên hatine destpêkirin wek “zextên derûnî” nirxand. Tunç anî ziman ku herî dawî ji bo derbarê lêpirsînek de îfade bide çûye emniyeta Cizîrê hîn bûye ku derbarê wê de lêpirsînek din jî vebûye û ji van lêpirsînan 6 heb di nava 20 rojan de derbarê wê de hatine destpêkirin. Tunç diyar kir ku ji ber afîşên beriya hilbijartina xwecihî daliqandine û belavokên ciwanan belav kirine jî bûne sedema lêpirsînê.

‘Ev zext ne nû ne’

Tunç destnîşan kir ku zextên derûnî li dijî wê û malbata wê tên birêvebirin û wiha got: “Em ji van zextan re ne nû ne. Wê ev zext nikaribin me ji têkoşîna me paş bixin. Li kîjan devera dinyayê hatiye dîtin ku derbarê kesek çûye gora hevjînê xwe û gorên xizmên xwe ziyaret kiriye lêpirsîn darbarê wan de hatiye destpêkirin? Tenê ne li min doz vedikin. Doz li bavê Haci Lokman Bîrlîk ê li pey maşîneya zirxî kaş kirin jî vekirine.”

‘Me tu carî serî netewandiye’

Tunç gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Dema ez diçim îfade didim polîsan, her tim ji min pirsa hevjînê min dikin. Dibêjin çawa jiyana xwe ji dest daye. Zextên derûnî li ser me dikin. Dixwazin têkoşîna me têk bibin. Lê belê me tu carî li hember zextan serî netewandiye. Em ê gavek jî paş ve neavêjin. Ev zext nikarin me bêzar bikin û berevajî vê ev zext me bi hêz dikin.”ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar