Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên dagikirin û îlhaqkirina Kurdistanê de tu pîvanên exlaqî û mirovaî nas nake. Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rojnamevanan dike hedef. Di 19’ê Kanûnê de Tirkiye li Girê Berkelê yê li başûrê Kobanê amûrên Kobanê FM’yê hedef girt û rojnamevan qetil kirin. Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de bûn hedefa Balafirên Bêmirov ên Çekdar ên Tirk.
Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ne yekemîn rojnameger in ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne hedef. Rojnamegerên ku ji roja ku êriş didomin û vir ve geşedanan dişopînin û dikin nûçe, rastî êrişên SÎHA an jî topan tên. Ji sala 2019’an û vir ve tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe hejmara rojnamevanên hatine şehîdxistin herî kêm 13 ye. Di êrîşan de heta niha herî kêm 7 rojnamevan birîndar bûne.
* 13 ‘ê Cotmeha 2019’an: Nûçegihanê ANHA’yê Seed Ehmed û nûçegihanê Çira TV’yê Mihemed Hisên Reşo di encama bombebarana li Serêkaniyê de şehîd bûn.
* 13’ê Cotmeha 2019’an: Li Girê Spî di êrîşa SÎHA’yê ya li hemberî wesayîta rojnamevanan de Dilovan Gever û Wedat Erdemcî şehîd bûn.
* 2019: Endamê Çapemeniya Frî Bor Marîncîr Zîzis Sînke di dema bombebarana Til Temirê de jiyana xwe ji dest da.
* 19’ê Mijdara 2022’an: Nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah di êrîşa hewayî ya li Dêrikê de şehîd bû.
* 23’ê Tebaxa 2023’an: Li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta Jin TV’yê hat teqandin. Di êrîşê de xebatkarê Jin TV’yê Necmedîn Feysel El Hac Sînan şehîd bû û nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bû.
* 8’ê Tîrmeha 2024’an: Li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FM’ê yên ku li Şengalê nûçe dişopandin, êrîşa hewayî hat lidarxistin. Nûçegihanê ÇIRA TV’yê Mûrat Mîrza ku di encama bombebaranê de birîndar bûbû, di 11’ê Tîrmeha 2024’an de şehîd bû.
* 23’ê Tebaxa 2024’an: Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîteke şîrketa çapemeniyê Chatr Production bi SÎHA’yan hat bombekirin. Di êrîşê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behaddîn şehîd bûn û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.
* Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê di encama êrîşa SÎHA’ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.