Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Di 50 salan de 50 berhem afirand

Aktor û şanoger Elî Kerîm bi salan e xizmeta hunera kurdî dike. Di nava 50 salan de 50 berhenêb henerî afirandiye

Hunermend, aktor û şanoger Elî Kerîm di sala 1968’an ve karê hunerî dike û yek ji stêrkên diyarker ên şano, drama û sînemaya kurdî ye. Niha li gel hejmarek hunermend bi çêkirina dramekê ve mijûl in.

Elî Kerîm di sala 1958’an de li bajarê Kerkûkê ji dayik bûye. Li Kerkûkê beşê mamostatiyê temam kiriye. Yekem karê şanoyê di sala 1968’an de destpê kiriye. Li Kerkûkê beşdarî çalakiyên xwendkaran dibe û beşdarî şanoya bi navê ‘Pereyê derman’ dibe.

Di sala 1971’an de tevlî karên hunermendên Kerkûkê ya Komeleya Hunerî û Wêjeyî ya Kurdî dibe. Ew bi awayekî akademîk tevlî karê hunerê nebûye. Elî Kerîm li ser vê mijarê wiha got; “Ez li gel hevalên gelek diçûm sînemayê. Kesûkarên min hest bi vê yekê dikirin ku xwestekekî min a mezin ji bo huner heye.”

Yekemîn xelata hunerî bi dest anî

Elî Kerîm di sala 1974’an de bi şanoya ‘Teqînewe’ (teqîn) beşdarî yekemîn festîvala hunerî ya kurdî ya li Bexda dibe. Ji 14 komên şanoyê 240 şanoger beşdarî festîvalê bibûn. Xelata herî baş a aktoriyê û nivîskarê herî baş dan Elî Kerîm. Ev jî bû yekem xelat ku di warê hunerê de bi dest bixe. Heta niha gelek xelat rêzdariyê bi dest xistine.

Piştî şikestina şoreşa Îlonê û ji aliyê rejîma Baas ve wêrankirina bajarê Kerkûkê Elî Kerîm li gel  hunermend Cîhad Dilpak û çend çalakger û hunermendên din wê demê yên Kerkûkê diçin Duhokê. Piştî 2 salan ji Dihokê diçin Silêmaniyê û li wir karê xwe yê hunerî berdewam dike.

Elî Kerîm xwedî zêdeyî 50’î berhemên şano, drama û filmên sînemayî ne. Di piraniyan de weke aktor cih girtiye.

Karên herî ber çav ên Elî Kerîm beşdar bûne ev in; Drama Jale, Rabûn, Gerdelûl û Zîlemo, herwiha filmên sînemayî, Mergî Erxewanî, Memleketî Xor, Firmêskî Reş, Gemeyî pir le guneh, Sival Gulekanî Payiz, Danîştwanî Elyawa, Gulçîn û Xeyalekanî Rostem û Bazara Kunefiroşan.

Elî Kerîm beşdarî piraniya berhemên xwe bûye û rola sereke girtiye. Vê yekê wiha kiriye ku her carê nasnameya aktoriyê bi dest bixwe. Di destpêka sala 1970’an de beşdarî şanoya Mezere bûye. Bi sermeyedariya axa bi navûdeng bû. Piştre di Drama Jale de navûbangiya Ciwamêr Axa wergirtiye. Di Drameya Gerdelul de jî rola fermandarekî pêşmergeyan girtiye û bûye Kak Helo.

Elî Kerîm di piraniya dram û filman de rola axa yan jî fermandaran dilîze, me jî jê pirsî, gelo ev rol li ser daxwaz wî ye, yan jî li ser daxwaza derhênere, yan jî nêzî li kesayetiya wî ye?

Elî Kerîm wiha bersiv da: “Min gelek caran agahî jê nîne, derhêner seneryoyê dinivîse, ji min re gotiye rol ji bo min diyar kiriye. Piştre dema ku senaryoyê dixwînim, min hest kiriye ku ew rol ji bo min guncave. Eger nêrîna min jî hebe, guhdar dikin û min serve zêde kiriye. Gelek caran ew derhênerên bi hev re kar dikin, bi deng tên, dibêjin ger pirsyarek we hebe yan ji daxwaza rolekî bikin bêjin.”

Elî Kerîm karê rojnamegeriyê ji kiriye û ji berî raperînê li Rojnameya Iraq goşeyekî wî hebû. Bi navê hunermendên cîhanî ku bi zimanê kurdî mijar têde belav dikir.

Nivîsandin jî beşeke ji ezmûnên wî ku ew bi xwe eşkere dike ku qet nivîsandin nekiriye beşek ji jiyana xwe, lê heta niha du pirtûkên bi navên ‘Bazneya Şano û Ezmûna şano’ nivîsandiye. Her wiha karê wergera sê pirtûkan jî kiriye.

Elî Kerîm piştî raperîna sala 1991’an a başûrê Kurdistanê li Wezareta Rewşenbîrî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye şêwirmend. Piştî xizmeta bi dehan salan teqawît bûye. Ji sala 2000’an û heta niha Elî Kerîm karê şanoyê nekiriye û zêdetir dixwaze beşdarî filmên sînemayî yên dram bibe.

Elî Kerîm dramayên tên dublajkirin rexne kir ku hinek şaşeyên televîzyonên kurdî girtine û wiha got: “Guhertina çanda neteweyan di nava hevdu de tiştek erênî ye, lê ne weke di hinek kanalên Herêma Kurdistanê de tê kirin, hinek drama anîne 700 beş in ku rastî de ev ne hunere. Hemû livandina bûyerê ye. Mixabin temaşekerên kurd jî di warê hunera dîtinê de xirab in. Her çiqas ku gelek rexne li van televîzyona tên kirin jî, lê guh nadinê.”

Elî Kerîm niha li gel çend hunermendan bi tomerkirina drama bi navê ‘Yusif navegere’ ve mijûl e. Luqman Xerîb derhêneriya wê dike. Biryare ku di meha remezana îsal de were weşandin. SILÊMANÎ

Çavkanî: Rojnews / Berhem Letîf

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar