Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Di 70 rojî de 17 kolber jiyana xwe ji dest dan

Kolbernewsê  daxuyand ku di nava 70 rojên dawî de li herêmên sînor ên Kurdistanê di nava wan de zarokek jî hene bi giştî 17 kolberên kurd jiyana xwe ji dest dane. 12 ji wan di encama gulebarana rasterast a hêzên dewleta Îranê de hatin qetilkirin.

Li gorî nûçeya Kolbarnewsê, di nava 70 rojên dawî de 17 kolberê kurd  li ser sînor ê Kurdistanê ji ber sedemên weke guleyên rasterast ên hêzên dewleta Îranê, hîpotermî, qeyrana dil û ketina ji zinar jiyana xwe ji dest dan. Ji van 12 kolber (ji sedî 71) di encama gulebarana rasterast a hêzên sînor de jiyana xwe ji dest dan, kolberek ji ber qeyana dil jiyana xwe ji dest da, 2 kolber ji ber hîpotermiyê jiyana xwe ji dest dan, 2 kolber jî dema li ser sînor dihatin şopandin ji ber ji zinar ketin jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan de kolberekî zarok ê 15 salî yê bi navê Hestyar Abdulkerîmî jî heye.

Têkildarî kolberên hatin qetilkirin ev agahî hatin parvekirin:

– 23’yê adara 2024 Şemî: Kolber Peyman Ehmedî yê 35 salî û xelkê Ciwanroyê di encama gulebarana rasterast a hêzên ser sînor li ser sînorê Newsûdê jiyana xwe ji dest da.

– 24’ê adara 2024 Yekşem: Kolberê bi navê Soran Abdî yê 22 salî xelkê Banê ye û zewicî ye, ji aliyê hêzên ser sînor ve li herêma Hengelal hate qetilkirin. Hat hînbûn ku hevjîna wî ducanî ye.

– 24’ê adara 2024 Yekşem: Kolber Muhammed Beyar Muhammedî yê 48 salî, xelkê gundê Zîran a ser bi Ciwanroyê, dema li ser sînorê Newsûdê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.

– 24’ê adara 2024 Yekşem: Zarokê 15 salî kolber Hestyar Abdulkerîmî yê xelkê bajarê Dîwandere ye, li sînorê Mişawê ya Seqizê di bin berfê de ma, ji ber hîpotermiyê jiyana xwe ji dest da.

– 24’ê adara 2024 Yekşem: Kolber Seîd Salusî (33) yê xelkê Pîranşarê di dema kar de wenda bû û ji ber hîpotermiyê jiyana xwe ji dest da.

– 28’ê Adara 2024 Pêncşem: Kolberê ji gundê Elmane yê Merîwanê Şurş Şukrî ji ser girên Tetehê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

– 28’ê Adara 2024 Pêncşem: Kolber Ebubekir Maxûzî yê xelkê Mîrabadê li ser girên “Deşta Wezîne” ya Serdeştê ji zinar ket û jiyana xwe ji dest da.

– 13’ê Nîsana 2024 Şemî: Kolberê 20 salî Mehrdad Evdilazade yê xelkê gundê Merexan a ser bi Serdeştê di encama gulebarana rasterast a hêzên sînor, li ser sînorê Beytûşê jiyana xwe ji dest da.

– 13’ê nîsana 2024 Şemî: Kolberê 40 salî Umêd Seîdî li sînorê Bestam a Seqizê ji aliyê hêzên sînor ve hat qetilkirin. Piştî lêgerîna 8 saetan cenazeyê wî hat dîtin.

– 17’ê nîsana 2024 Çarşem: Seywan Destefken wekî “Seywan Derepemeyanî” tê naskirin ku zewicî bû û zarokekî wî yê biçûk xelkê gundê Dêrepemeyanî yê ser bi Merîwanê ye, li çiyayê Tate ya Hewramanê ji aliyê hêzên sînor ve hat qetilkirin.

– 21’ê nîsana 2024 Yekşem: Kolber Şiwane Ehmedpûr ê 34 salî, xelkê gundê Necenê ya bi ser Bane ye, di encama gulebarana rasterast a hêzên sînor de li devera sînorê “Bêlekiyê” hate qetilkirin. Şiwane Ehmedpûr ewicî bû û zarokek wî hebû.

– 01’ê gulana 2024 Çarşem: Hêmin Ehmedî ê 45 salî û zewicî bû, zarokek wî yê 8 nsalî hebû û xelkê gundê Karize yê ser bi Seqizê ye li sînorê devera Bestamî ji aliyê hêzên sînorî ve hate gulebarankirin û hate qetilkirin.

– 02’ê gulana 2024 Pêncşem: Celal Suhrabî yê 40 salî, xelkê gundê Tacanî yê bi ser Bane ye, li devera sînorî ya “Surkêwî” ji aliyê hêzên sînorî ve hate qetilkirin. Zewicî bû û du zarokên wî hebûn.

– 5’ê gulana 2024 Yekşemê, hêzên sînor li devera sînorê HengeCal a bajarê Bane, kolberek gulebaran kirin û qetilkirin. Hate zanîn ku kolberê bajarê Seqizê yê 40 salî Eta Rustempur e.

– 9’ê gulana 2024 Pênşemê, li sînorê herêma Serdeştê, hêzên Îranê kolberê bi navê Salar Ehmedî yê xelkê gundê Nelasî bi guleyên DShK’ê kirin armanc û qetil kirin.

– 16’ê gulana 2024 Pêncşemê, kolberê bi navê Wehîd Qadirpûr ê xelkê Seqizê, li sînorê herêma Hengecel a Bane, ji aliyê hêzên sînor ve hat qetilkirin.

– 28’ê gulana 2024 Sêşemê, hêzên sînor li devera sînorê Hengecel a bajarê Bane, komek kolber gulebaran kirin û di encamê de Sîna Resûlzade ya 19 salî xelkê gundê Nelasî yê Serdeştê kiyana xwe ji dest da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar