Navenda Nûçeyan |
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê têkildarî hejmara kesên di şerê 9 salan ê Sûriyeyê hatine kuştin, raporek parve kir. Rêxistinê di rapora xwe de destnîşan kir ku di şerê 9 salan ê Sûriyeyê de 116 hezar jê sivîl, herî kêm 384 hezar kes hatine kuştin.
Di berdewamê de jî rêxistinê ragihand ku ji kesên hatine kuştin 22 hezar kes jê zarok, 13 hezar jî jinin. Rêxistinê daxuyand ku herî zêde jî endamên rejîmê û komên girêdayî wê ne. Li gorî daneyên rêxistinê, ji kesên hatine kuştin herî kêm 129 hezar û 376 endamên artêşa Sûriyeyê û çekdarên biyanî yên piştgiriyê didin rejîmê ne. Ji vanan hezar û 679 jê endamên Hîzbûlaha Lubnanê ne.
Di raporê de tê gotin ku ji komên çete jî herî kêm 67 hezar û 296 kes hatine kuştin. Di nava van koman de nêzî 57 hezar jê ji çeteyên DAIŞ’ê, El Qaîde û endamên komên din ên tundrew in.
‘HSD’ê 12 hezar û 624 şehîd dan’
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku di nava 9 salan de 111 leşkerên tirk û 418 kesên nasnameyên wan nediyar hatine kuştin. Li gorî raporê di şer de heta niha 12 hezar û 624 şervanên jin û zilam ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî şehîd bûne. Rêxistinê da zanîn ku di nava 9 salan de 11 milyon sûriyeyî penaber bûne.