Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di aliyê perwedeyê de gavên mezintir dê bên avêtin

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Ceradê têkildarî dewama xwedinê ya li Herêma Firatê ev tişt anî ziman: "Di şoreşa ziman de gavên mezin hatin avêtin, wê hîn jî bêne avêtin."

Li herêma Firatê dewama sala xwendinê di 10’ê Îlonê de destpê kir. Têkildarî vekirina dibistanan, hejmara mamoste, xwedekar û dibistanan Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Ceradê ji ANF’ê re axivî.

Bekir Ceradê diyar kir ku par li ber hin pirsgirêkên xwezayî û êrîşan di xwendinê de serketinek baş hate bidestxistin ûdaxuyand ku ji bo bihêzkirina asta perwerdehiyê di werza havînê de mamoste hatin perwerdekirin. Bekir Ceradê anî ziman ku li herêma Firatê di dibistanên seretayî, navîn û amadehiyê de 3 hezar û 570 mamoste û nêzî 70 hezar xwendekar hene. Bekir Ceradê diyar kir ku 6 dibistanên nû hatin vekirin, her wiha gelek baxçeyên zarokan hatin avakirin. Ceradê ragihand ku dewamiya perwerdeyê li gorî plansaziya wan destpê kiriye û wiha axivî: “Mamoste hemû jinûve hatin wezîfedarkirin, berdevkên dibistanan jî li gorî pêşniyarên desteya şopandinê hatin erkdarkirin. Ji bo asta perwerdeyê bê bilindkirin komxebat hatin destpêkirin, civîn hatin lidarxistin. Di 10’ê îlonê de dewama perwerdeyê destpê kir. Li gorî sîstema perwerdeyê hin gavên rast hatin avêtin, em di wê baweriyê de ne ku hîn bêhtir gav ber bi pêş ve bêne avêtin.”

Şoreşa ziman

Ceradê bi bîr xist ku piştî Şoreşa Rojava di ziman de jî şoreşek pêk hat û wiha domand: “Ew şoreş jî li ser bingeha biratiya gelan hate kirin. Li herêma Firatê 2 materyalên ziman têne dayîn. Zimanê kurdî û erebî. Herdu materyal li gorî herêman têne dayîn. Ew materyal jî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate amadekirin. Ev bi xwe jî gaveke pir pêşketî ye. Di şoreşa ziman de gavên mezin hatin avêtin, wê hîn jî bêne avêtin.”

Bekir Ceradê di dawiya axaftina xwe destpêkirina dewama xwendinê li mamosteyan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar