Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Di arîfeya her cejnekê de dewleta tirk êrîşê Şengalê dike’

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Kemal Xidir Hesen û endamê Meclîsa Gel a Şengalê Dexîl Qîranî li dijî êrîşên li ser Şengalê banga hevgirtinê li gel kirin û gotin,“dewleta tirk her timî beriya cejin û kêfxweşiyên me êrîşê Şengalê dike û komkujiyê pêktîne.”

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Kemal Xidir Hesen û endamê Meclîsa Gel a Şengalê Dexîl Qîranî li dijî êrîşên li ser Şengalê banga hevgirtinê li gel kirin û gotin: “Dewleta tirk her timî beriya cejn û kêfxweşiyên me êrîşê Şengalê dike û komkujiyê pêktîne. Bi van êrîşan dixwazin moralê me bixe. Lê divê gel weke bersiva ji êrîşan re dest bidin hev, axa xwe biparêzin.”

Dewleta tirk a dagirker ya li Herêmên Parastinê yên Medya li beramber çalakiyên gerîla têkçûye û bêçare maye, bi balafirên bêmirov û biçek êrîşê herêmên sivîl yên rojavayê Kurdistanê û Şengalê dike. Di encama êrîşeke hovane ya dewleta tirk de li Şengalê 5 karkerên rojavayê Kurdistanê ku ji bo bîr kolandinê hatine Şengalê, şehîd bûn.

Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Kemal Xidir Hesen, êrîşa li dijî xelkê sivîl şermezar kir û ji ber neparastina qada hewayî jî dewleta Iraqê weke dewleteke têkçûyî binav kir.”

‘Iraqê li beramber êrîşan xwe ker û lal kiriye’

Kemal Xidir Hesen têkildarî bêhelwestiya Iraqê ya li beramber êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê wiha axivî: “Em êrîşên li Iraq û Rojava li dijî xelkê sivîl pêk tên, şermezar dikin. Iraq ne serweriya xwe ya erd, ne av ne jî ax nîne û têkçûye. Pêwîst bû Wezareta Karên Derve ya Iraqê bangî sefîrê Tirkiyeyê yê Iraqê kiriba û hişyarî daba, ji bo dawî li êrîşên xwe yên li ser Iraqê û bi taybet jî Şengalê ya dijî sivîlan rawestîne. Hikûmeta Iraqê pişta xwe daye Şengalê û xwe li beramber van kiryaran ker û lal kiriye.”

Kemal Xidir Hesen da zanîn ku dewleta tirk bi êrîşan hewl dide pêşî li vegera xelkê Şengalê bigire û wiha pêde çû: “Şengal herêmeke stratejîke û ev dewletane jî li ser dilîzin. Ji ber van lîstikên siyasî û êrîşên dewletê, gelê me yê koçber nikarin vegerin. Li beramber van êrîşan em bang li xelkê me yê koçber dikin, vegerin ser cih û warê xwe, ev der ji were xêrtir e. Banga min ji gel re heye, li dijî dijmin destê xwe bidin hev, av û axa xwe biparêzin.”

‘Dewleta tirk pêşiya her cejnekî êrîşê Şengalê dike’

Endamê Meclîsa Xweser a Şengalê Dexîl Qîranî  jî êrîşa ser karkeran şermezar kir û got: “Dewleta tirk êrîşên li ser Şengalê ji xwe re kiriye rûtînek, çend mehan carekî mirovên me li Şengalê şehîd dixe. 5 mirovên hejar yên ji bo debara xwe hatibû vir kar dikirin, hedef girt.”

Dexîl Qîranî diyar kir ku ne tesadûfe dewleta tirk pêşiya her cejin û mûnasebeteke êzidiyan êrîşê Şengalê dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêşiya her her mûnasebetek an jî cejneke  me de dewleta tirk êrîş dike û xelkê me şehîd dixe. Bi van êrîşan dixwazin moralê gel bixin. Banga me li Iraqê heye, pêşî li van komkujiyên dewleta tirk ên li ser Şengalê bigire.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar