Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Di bagera li Filîpînê de 28 kes mirin

Li giravên Filîpînê bager rabû. Di encama bagerê de herî kêm 28 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 12 welatî jî winda ne

Bagera tropîkal a Phanfoneyê ku bi leza saetê 200 kîlometreyî ye, ji rojhilatê girava rêzegiravên Filîpînê dest pê kir. Bager heta îro jî li xeta rojava karîger bû.

Têkildarî encamên bagerê di roja înê de rayedarên dewletê agahî dan û diyar kirin ku heta niha 28 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Beriya niha jî ev hejmar weke 16 kes hatibû destnîşankirin. Agahiyên ji ber ziyana  tayfûnê ji ber ku telefon û înternet nîne bi derengî digihin ber destan.

Der barê mijarê de berdevkê Saziya Rêveberiya Bobelatan a Filîpînê Mark Tîmbal jî axivî û destnîşan kir ku dibe bîlançoya bagerê girantir bibe û 12 kes jî hêj winda ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku zêdetirî ji sedî 80’ê ya nifûsa Filîpînê Katolîk e. Ji ber bagerê, Cejna Noelê ya bi dehhezaran kesî asteng bû. Li qadên nêzî deryayê û li qadên ku rîska wê heye ku bobelat şapayê rabe, gelek kesan malên xwe terikandin. Li gel vê yekê jî gelek balafir û gemiyan seferên xwe rawestandin.

Bagera Phanfoneyê bi bagera Haîyan re li ser heman rêgehê bû. Haiyan ku 2013’an çêbûbû, bûbû sedema mirina 7.300 kesî. Li Filîpînan her sal bi giştî li derdora 20 bagerên tropîkal çêdibin. Di serê kanûnê de jî ji ber bagera Kammûrî bi kêmanî 13 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar