Navenda Nûçeyan |
Li Behra Egeyê nêzî Girava Parosê keştiya koçberan a ku piraniya wan ji başûrê Kurdistanê bûn, noqî avê bû û 13 kes di behrê de xeniqîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Dewleta Yewnanistanê AMNAyê cenazeyê 11 kesên din jî hatiye dîtin û hejmara kesên xeniqîne bûye 18.
63 koçber ji aliyê Yekîneyên Ewlekariya Peravan a Yewnanistanê hatin rizgarkirin û ew birin Girava Parosê. Hat hînbûn ku di keştiyê de herî kêm 80 koçber hebûn û xebatên lêgerîn û rizgarkirina koçberan didome.
Di sê rojên dawîn de sê keştiyên koçberan noqî avê bûn û bi giştî 27 koçber xeniqîn.