PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Di berxwedana Serêkaniyê de 7 dagirker hatin kuştin

Şervanên HSD’ê li Serêkaniyê derbên giran li hêzên dagirker dan. Di encama şerê giran de 7 çeteyên dagirker hatin kuştin, panzêrek hate rûxandin û balafireke keşfê jî hate xistin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berxwedana xwe ya li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê ya li rojavayê Kurdistanê berdewam in. Şervanên HSD’ê  bi taybet jî li Serêkaniyê û Girê Spî derbên giran li hêzên dagirker ên dewleta tirk didin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, şervanên HSD’ê li herêma pîşesazî ya Serêkaniyê derbên giran li artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dan. Hat zanîn ku di encama şerê giran de 7 çeteyên dagirker hatin kuştin û panzêrek jî hate teqandin. Li çerxerêya Mîtanê jî şer giran e.

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku li bajarokê Til Helef a li rojavayê Serêkaniyê jî balafireke kefşê ji aliyê şervanên HSD’ê ve hate xistin. Hat ragihandin ku hem li Til Helef û hem jî li mezreya Micê ya rojhilatê bajarê Serêkaniyê şerekî giran didome. SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar