Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Di bin çavan de îşkence li rojnamegeran hat kirin

Rojnamevan Dîren Yûrtsever diyar kir ku zext li wê hatiye kirin ku di nava ala tirk de destkelepçekirî bi zorê wêneyê wê bê kişandin û polîsan gef lê xwarine.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 11 rojnamevanên kurd hatibûn destgîrkirin. Dozgeriyê, biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dabû û ev qedexe îro bi dawî bû. Parêzer, li Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê bi rojnamevanan re hevdîtin kirin.

Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever di hevdîtinê de got ku di dema serdegirtina malê de pirtûk, kovar û Rojnameya Yenî Yaşamê weke delîl hatine komkirin û ev agahî dan: “Dema ez ji malê hatim derxistin, polîsekî ji esnafekî re got; ‘li vir terorîst hene’. Bi vî awayî em kirin hedef. Dema di wesayîta polîsan de, heta ku ez birim Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê jî polîsan çêrên zayendî li min kirin. Her tim gef xwarin.”

Bi domdarî Yûrtsever destnîşan kir ku dema ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê, polîsekî ji xebatkarên tenduristiyê re got; “Lê binêrin ev terorîsta xwenda ye” û ev tişt anî ziman: “Bi vî awayî ez dîsa hedef hatim nîşandan. Min bi bijîşk da nivîsandin ku tundiya psîkolojîk li min hatiye kirin. Di wê navberê de polîsekî gefa ‘tu qala tundiya psîkolojîk dike, lê wê niha tundiya fîzîkî dest pê bike, tu wê demê bibînî’ li min xwar.”

Rojnamevan Yûrtsever daxuyakirin ku rapora lêgerînê bêyî ku bixwîne bi darê zorê pê dane îmzekirin û wiha bi dawî kir: “Hewl dan bi darê zorê li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê di nava alayên tirkan de wêneyên min bikişînin. Dema min ev yek red kir jî polîsan ji min re got; ‘prosedûr wiha ye’ û ez dam zorê. Prosedûreke wiha nîne. Min jî li pişt dîwareke vala wêne kişand.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar