Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Di bin çavan de ‘lêgerîna tazî’ li dayikan ferz kirin

Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de, duh li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M ya Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk anî û hatin binçavkirin. Dayikan da zanîn ku polîsan li emniyetê lêgerîna tazî li ser wan ferz kiriye û heqaretên giran li wan kirine

Xizmên girtiyên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, ji bo bal kişandina ser çalakiya greva birçîbûnê û piştgiriya bi zarokên xwe re, duh li ber Girtîgeha Jinan a Tîpa M ya Gebzeyê ‘çalakiya nobedê’ dabû destpêkirin. Lê polîsan êrîşî çalakvanan kir û 6 dayik binçav kirin. Hat zanîn ku polîsan li emniyetê lêgerîna tazî li dayikan ferz kir û heqaret li wan kir.

Têkildarî mijarê ji çalakvanan Zeynep Calihan da zanîn ku bi şev saet derdora 21.00’an de hatin binçavkirin û ev agahî dan: “Di serî de em birin nexweşxaneyê. Piştre jî em derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Gebzeyê kirin. Lêgerîna tazî li me ferz kirin. Lê me qebûl nekir. Me got; ‘ma hûn şerm nakin ku dayikên di vî temenê mezin de tazî dikin?’ Lê em gelek dan zorê û bi taybet jî polîsên jin heqaretên giran li me kirin. Piştre jî sako û êlekên me derxistin. Piştre jî xwestin em şelê xwe derxînin. Min qebûl nekir û nederxist. Lê piştre gore, sol û desmalên me derxistin. Li me nexistin lê zexta derûnî li me kirin. Weke dayikekê, ew lêgerîna zirav gelek bi zora min çû. Yên ku van kiryaran bi dayikên 60, 70’ê salî dikin, gelo niha çi bi serê zarokên me tînin.Gelo niha çi bi serê yên di greva birçîbûnê de ne, tînin. Ev ne edalet û hiqûq e. Em ê li hemberî van kiryaran serî netewînin. Heta ku em mafên xwe bi dest dixin û çalakiya zarokên me bi dawî dibe em ê li ber xwe bidin.”

Bang li malbatên girtiyan kir

Yek ji dayikên hatiye binçavkirin jî Cemîle Çîftçî ye. Birayê Çîftçî ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Çîftçî jî da zanîn ku di dema binçavkirinê de li dijî wan nêzikatiyeke pir nebaş hebû. Çîftçî jî gotinên Calihan dubare kir. Dayika Fatma Sebuktekîn ku kurê wê Ramazan Sebuktekîn ji 1’ê adarê ve di grevê de ye jî anî ziman ku rastî hemû heqaretan hatine .Dayika Fatma bang li hemû malbatên girtiyan kir û wiha got: “Zarokên me dimirin dê êdî ji malên xwe derkevin. Lê binihêrin, em ji duh ve li ber deriyê girtîgeha Gebzeyê ne û çalakiya rûniştinê pêk tînin. Xwestin bi bombeyên gazê êrîşî me bikin. Polîsek li wir bang dike û dibêje; ‘Ev der a me ye.’ Hevalên hêja werin em bibin yek û ji van binpêkirinan re êdî bêşin bes e.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar