PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Di bin kavilên edliyeyê de ‘edaletê’ geriya

Emîne Şenyaşar a lêgerîna edaletê didomîne bi lorandinê bingeha avahiya edliyeyê bi destê xwe kola û li ‘edaletê’ geriya

dav

Çalakiya nobeta ‘Edaletê’ ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 88’emîn de dewam dike. Malbat di saetên serê sibê de hat pêşiya edliyê çalakiya xwe da destpêkirin.

Malbata Şenyaşar, piştî ku nobeta xwe dan destpêkirin û şûnde ji bo daxwaznameyê bidin Serdozgeriya Komarê ya Rihayê derbasî edliyeyê bûn. Malbata Şenyaşar têkildarî komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji bo derbarê 23 kesên ku dozger tespît kirine de doz were vekirin heta niha gelek daxwazname dane dozgeriyê. Serdozgeriya Komarê daxwaza hevdîtinê ya malbata Şenyaşar careke din red kir. Li ser daxwaza wan hat redkirin rewşa dayika Emîne Şenyaşar a derket baxçeyê edliyeyê xera bû. Şenyaşar li baxçeyê edliyeyê lorand û bi gotina ‘Xwedayê min ma tu van tiştên ku dibin nabînî?’ serî li dijî bêhiqûqiya li wan tê kirin hilda. Piştre dayik û kurê wê yên ji baxçeyê edliyeyê derketin derbasî înşaeta avahiya lêzedekirî ya edliyeyê bûn.

Edaletê geriya

Emîne Şenyaşar bi lorandinê, bingeha avahiya edliyeyê bi destê xwe kola, li ‘Edaletê’ geriya û wiha got: “Li ku ye Celalê min û Adilê min. Belkî edalet di binê vê axê de be, ez ê bikolim û derxînim.” Piştî ku Şenyaşar axa ku kola avêt ser xwe, kurê wê Ferît Şenyaşar hewl da ku wê bisekinîne. Dûre Şenyaşar bi gotinên “Werin alîkariya min bikin. Werin edalet li vir e, em bi hev re derxînin. Dozger, dadger tune ne. Her derê ku em diçinê me derdixînin. Xwedayê min tu li cem wan nehêle” berteka xwe anî ziman. Ferît Şenyaşar ê piştî hewldaneke dirêj dayika xwe qaneh kir, destê wê girt û li pêş blokên beton ên li pêş avahiya edliyeyê ku nobeta ‘Edaletê’ digirin rûniştin. Dayik Emîne Şenyaşar li vir jî lorandina xwe domand.

‘Hiqûq di bin pêyan de ye’

Malbatê li ser hesabê xwe yê twîtterê, hesabên fermî yên Wezareta Dadê, Wêzîrê Dadê Abdulhamît Gul û Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Navnetewî etiket kirin û ev peyam parve kir: “Li Edliyeya Rihayê encax dikarin ev qas heq, hiqûq û edaletê bin pê bikin. Ez rayedarên ku rêgeza ‘Tirkiye dewleta hiqûqê ye’ diparêzin vedixwînim vir. Rêya darazê li vir e. ‘Eşedd-î zilm’ dikin.” RIHA

dav
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar