Di mehên dawî de, Îran û Tirkiye li ser başûrê Kurdistanê, bi heman rê û rêbazan êrîşên xwe pir zêde kirin. Dewleta tirk her roj bi hewayî êrîşên hemû Qadên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Maxmûrê dike. Dewleta Îranê jî li dij PDK-Î di 9’ê îlonê de li qadên Bradost, Balekate û Çoman bi ÎHA’yan êrîşên wargehên PDK-Î kirin û bi roja ne wek dewleta tirk gefan li başûrê Kurdistanê dixwe. Dewlet tirk bi ÎHA û SÎHA’yan êrîşên herêmên Silêmaniyê dike, dewleta Îranê bi destê hêzên ku nêzî wî ne her mehê carek êrîşê balafirgeha Hewlêrê dike. Dewleta tirk li hember endam û dildarên PKK’ê li Silêmaniyê bi qatilên xwe yên kirê kirî suîkastan pêk tîne. Dewleta Îranê jî li Hewlêrê êrîşên sûîkastê li hember endamên PDK-Î pêk tîne. Dewleta tirk di nav sînorê başûrê Kurdistanê de nêzî 50 wargehên leşkerî û qaleqol çêkiriye, dewlet Îranê jî nêzî 57 qaleqolan da çêkirin. Dewlata tirk PKK dike hincet, dewleta Îranê jî PDK-Î dike hincet. Lê esas ne ev e, esas ew e ku her du dewlet jî dijminatiya gelê kurd dikin û îrade û statuya kurd ji xwe re xetere dibînin. Her du dewlet jî hesabên derketina DYA’yê dikin. Her du dewlet jî dixwazin ji kaosa li Iraqê feyde bigirin û başûrê Kurdistanê dagir bikin.
Di bin siya van êrîşan de, di 10’ê cotmehê de hilbijartinên li Iraqê tên lidarxistin. Partiyên başûrê Kurdistanê jî dixwazin bi hejmarek zêde endamên xwe bişînin Parlamentoya Iraqê. PDK bi serê xwe tev li hilbijartinan dibe û starta hilbijartinan di 12’ê îlonê de li Hewlêrê da destpêkirin. 19 partî û saziyên tirkmenan piştgiriya xwe ji PDK’ê re diyar kirin.
YNK û Goranê bi navê tifaqa Kurdistanê tev li hilbijartinan dibin. Beriya gengeşiya di nav YNK’ê de serokê tifaqa Kurdistanê Lahur Cengî bû. Piştî ku Lahor Şêx Cengî ji peywirên xwe hat dûrxistin serokê tifaqa Kurdistanê bû Kubat Talabanî. Tifaqa Kurdistanî di destpêkê de hewayek da avakirin lê paşî gengeşî di nav YNK’ê de ev hewa hinek cilmisand. Eger YNK pirsgirêkên xwe yên nav xweyî çareser neke û bi vî şiklî biçe hilbijartinan dê encamên hilbijartinan rewşek neyînî li ser YNK’ê bike. Hefteyek ji hilbijartinan re maye. Li herêmên ku YNK heye hewayî hilbijartinan qet nîne. Wiha xuyaye pişt hilbijartinan rojên zehmet li pêşiya YNK’ê ye. Ji xeynî Hewlêrê cihê ku PDK bi bandor e xebatên hilbijartina ber bi çav tê meşandin lê li Hewlêr jî zêde hilbijartin neketiye rojevê.
Lê wiha xuya ye dê gel zêde tev li hilbijartinan nebe. Di hilbijartinên beriya 2 sala ku hat lidarxistin de, tevlibûna gel ji sedî 47 bû. Hilbijartinên ku tevlibûn ji sedî 60 kêmtir be divê bi tu awayî neyê qebûlkirin. Di vî hilbijartinê de xuyaye tevlibûn dê ji salên berê kêmtir be. Ji ber ku hilbijartin qet ne di rojeva gel de ye. Her çiqas hinek al û poster hatibûn daliqandin jî qet eleqaya gel bi hilbijartinan vê nemaye. Gel êdî di wî bawerî de ye ku hilbijartin pirsgirêkan çareser nake. Hêvî û daxwazên wan ji hilbijartinan nemaye ji ber ku tu guhertin çênabe û çiqas diçe aloziya siyasî û aborî kûrtir dibe.
Encam çi bibe bila bibe dê ev hilbijartin li başûrê Kurdistanê alozî mezintir bike. Ji ber ku li derveyî hilbartinan êrîş hene hevsengiyên nû hene û plangerî li ser axa Kurdistanê hene. Eger bi ruhêk neteweyî û yekitî tevgerî û hewldanek çênebe rojên qeyran dê kûrtir bibin.