Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Di binçavan de axaftina bi kurdî qedexe ye!

Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê yên li Heskîfê hatin binçavkirin gotin ku polîsan ji wan re gotiye axaftina bi kurdî di binçavan de qedexe ye û li ber kamerayan li ser wan lêgerîna tazî pêk anîne

Li navçeya Heskîfê ya Êlihê di 5’ê tebaxê de 19 endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku xwestin li xwedî li dîroka Heskîfê ya dê di bin avê de bimîne derkevin polîsan ew binçav kir. Polîsan li ciwanan da û wan birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê û piştî îfadeyên wan hat girtin berdan. Ciwanan got polîsan ji wan re gotiye axaftina bi kurdî di binçavan de qedexe ye û li ber kamerayan li ser wan lêgerîna tazî pêk anîne.

Berxwedan Yenî yê hatibû binçavkirin da zanîn ku polîsan bi hovîtî wan binçav kiriye û wiha got: “Meclisa me li dijî talankirina xweza û dîroka Heskîfê biryara çalakiya nobetê girtibû. Em dixwazin li dijî talankirina Heskîfê derkevin. Bendava Ilisû xwezaya herêmê talan dike û dike ku bi hezaran însan ji warê xwe bibin û koç bikin. Di şexsê Heskîfê dixwazin li tevahiya Kurdistanê bêmirov bikin.”

‘Îşkence li me kir’

Yenî anî ziman ku wan li Heskîfê di çarçoveya mafên xwe yên demokratîk de çalakî li dar bixin û wiha dewam kir: “Polîsan destûr neda em bi komî bimeşin û me binçav kirin. Tenê ji bo ku nasnameyek me kurdî û siyasî hebû polîsan êrîşî me kir û tundî li ser me pêk anîn. Muameleya li dijî mirovahiyê li ser me pêk anîn. Polîsan îşkence li me kir. Hevalên me bi erdê re kaş kirin. Polîsan ji me re got ‘dema canê me aciz bibe em ê li we bidin.’ Bi awayek kêfî êrîşî me dikirin. Me ji paş ve kelepçe kirin. Heqaret li me kirin û xwestin rûmeta me bişkînin. Li emniyeta Êlihê pêkanînên kêfî dewam kirin. Helwestek ku em îlegal in nîşan dan. Dixwestin meclisa me îlegalîze bikin. Gefên cezakirinê û kuştinê li me xwarin.” Yenî got ew ê li dijî tiştên hatine serê wan gilî bikin.

‘Hûn nikarin bi kurdî baixivin’

Endama Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê Sema Can jî da zanîn ku polîsan wan dorpêç kiriye û wiha got: “Dema me xistin maşîneya polîsan sirûda mehtere lêdan û strana ‘Olurum Tirkiyem’ bi me dan guhdarkirin. Piştî ev guhdarkirin xilas bû, heqaret li me kirin. Ji me re gotin ‘hûn nikarin di binçavan de bi kurdî biaxivin.’ Nedihiştin em serê xwe bifetilînin. Lê bila ew jî viya baş bizanibin em ê li dijî zext û şideta wan serê xwe netewînin.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar