Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Di bingeha hemû krîzên li Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan di hevdîtina xwe ya dawî ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan de ji bo siyaseta kurd got; ‘Bibin lingê sêyemîn ê maseyê.’ Têkildarî hevdîtina bi Ocalan û peyamên wî, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ANF’ê re axivî.

Leyla Guven da zanîn ku Ocalan ji bo ji bo afirandina derfeteke nû ya çareseriyê hewl dide û wiha dom kir: “Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne. Bi gotinekê bandorê li milyonan dike û rêberê gelekî ye. Wezîrê karên hundir di rewşekê ku haya kesî jê nebû, di televîzyonê de got ku li Îmraliyê şewat derketiye. Ev yek nêzîkatiyeke bêcidî ye. Ew bi xwe jî dizane ku birêz Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne. Ji ber nerazîbûn û helwesta gelê kurd, dewlet neçar ma ku malbata bi Ocalan re hevdîtinê bike.”

‘Ocalan îradeya xwe ya ji bo aştî û çareseriyê didomîne’

Di berdewamê de jî Guven anî ziman ku di vê hevdîtinê de jî careke din hat dîtin ku Ocalan îradeya xwe ya ji bo aştî û çareseriyê bi xurtî didomîne û wiha pê de çû: “Li gorî gotinên birayê wî Mehmet Ocalan, mirov dikarin bi hêsanî vê bibêjin; birêz Ocalan di hevdîtina saet û nîvan de îradeyek destnîşan kir û mijarên gelekî girîng nirxand. Weke ku di hevdîtina piştî grevên birçîbûnê de birêz Ocalan anîbû ziman, ger aqlê dewletê derkeve pêş û îradeya çareseriyê nîşan bide dê vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikin.”

Peyamên Ocalan

Bi domdarî jî Guven bal kişand ser gotinên Ocalan û ev nirxandin kir: “Ocalan dibêje ku divê li Tirkiyeyê demokrasî bi cih bibe û hemû sazî di vê mijarê de bibin hêza çareseriyê. Ango divê bibin lingê sêyemîn ê maseyê. Ev peyameke ji bo her du aliyan e. Ango dibêje divê hûn kom bibin û bibin lingê sêyemîn. Ji dewletê re jî dibêje; ‘li maseya ji du lingan hûn nikarin tiştekî bikin. Ne li Rojhilata Navîn dikarin bibin xwedî hêz, ne jî bibin çareseriya gelên li Tirkiyeyê. Hûn ê roj bi roj hinekî din têk biçin. Bila gel bibe lingê 3’yemîn ê maseyê û bi vî rengî li nava yekparebûna Tirkiyeyê çareseriya demokratîk bê afirandin.’”

‘Di bingeha hemû krîzên li Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye’

Herî dawî jî Leyla Guven ev tişt anî ziman: “Di bingeha krîzên siyasî û aborî yên li Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye. Krîzên civakî, aborî, kuştina jinê, talakirina kedê hemû krîzên li Tirkiyeyê di pirsgirêka kurd de asê dibin. Ji ber ku beşa herî girîng a çavkaniyên Tirkiyeyê ji bo vî şerî tê bikaranîn. Ger Tirkiye bi kurdan re li hev bike dê li Rojhilata Navîn bibe xwedî gotin. Niha rêyeke rizgariyê heye. Ew jî maseya ji sê lingan pêk tê ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar