Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di bîranîna Mam Zekî Şengalî de peyama xurtkirina tifaqê hat dayîn

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) di yekemîn salvegera şehadeta xwe de li Serdeşta Çiyayê Şengalê bi tevlibûna sedan kesî, hat bibîranîn. Di axaftinên hatin kirin de bal hat kişandin ku Mam Zekî sembola tifaqa êzidiyan bû, lewma pêwîst e ev tifaq bê mezinkirin

Endamê Koordînasyona Civaka Ezîdî Zekî Şengalî ku 15’ê Tebaxa 2018’an dema ji merasîma salvegera bîranînan qurbaniyên komkujiya gundê Koço vedigeriya, di bombebarana balafirên dewleta tirk de şehîd bibû, li Şengalê hat bibîranîn.

Piştî ku duh êvarê xêra Mam Zekî hat belavkirin û gora wî hat ziyaretkirin, îro jî li herêma Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê merasîma bîranînê pêk hat. Di merasîmê de malbata Mam Zekî, rêveberên sazî û dezgehên Şengalê, şandeyên ku ji Rojava û Ewropayê hatibûn û bi sedan kes amade bûn.

Hevserokê Meclisê: Ji bilî mezinkirina tifaqê tiştek nabe bersiv

Merasîma bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, bi axaftinan dom kir. Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî ku axaftina destpêkê kir, xêrhatina mêvanan kir û ev tişt anîn ziman: “Çawa ku Mam Zekî ji bo me sembola tifaqê bû, niha jî tişta dikeve ser milê me ew e ku em vê tifaqê pêk bînin. Ji bilî wê tu tiştek nabe bersiv.”

Gulê Ozden: Pêwîst e em li dijî êrîşan bêdeng nemînin

Piştre li ser navê malbata Mam Zekî Şengalî hevjîna wî Gulê Ozden axivî û wiha got: “Hûn hemû bi xêr hatin, sibe salvegera Mam Zekî yekemin e. Gelê Şengalê baş dizane ku Şengal li ber dilê Zekî pir şêrîn bû. Wî bi dildariyeke mezin karê xwe meşand. Ji bo wî ferqa tu miletan nebû, bêyî ku ferqekî bixe nava mezheb û zimanan, ji bo yekitiya gelan kar dikir. Lê dijmin ew kir hedef. Pêwîst e em tola Mam Zekî rakin û li hemberî hemû cûre êrîşan bêdeng nemînin. Hûn jî gelekî baş behsa têkoşîn û kesayate Mam Zekî dikin. Dubare hemû kesan silav dikim û dibêjim şehîd namirin.”

Fermandarê YBŞ’ê: Mam Zekî ji bo me mînak bû

Yek ji fermandarên YBŞ’ê Seît Hesen jî di merasîmê de axivî û ev tişt anî ziman: “Em rêhevalê xwe Mam Zekî Şengalî bi bîr tînin. Her wiha qurbaniyên komkujiya Sîba Şêx Xidir û Til Izêr ku îro salvegera wê ye bi bîr tînin. Dîsa em di kesayeta Mahsum Kormaz de 35’emîn salvegera 15’ê Tebaxê li Mam Zekî û hemû rêhevalên wî pîroz dikin. Yek ji hezaran şopdarê pêngava 15’ê Tebaxê Diyar Xerîb ku îro çilrojiya şehadet wî ye, jî bi bîr tinin. Dijmin dema bixwaze civakekê bike hedef, destpêkê pêşengên wê hedef digire. Mam Zekî jî ji bo civaka êzidî bi vî rengî bû. Hevalê Zekî çawa bû, hevalê Helmet jî bi vî rengî bû. Em çiqasî behsa keda Mam Zekî bikin wê têrî neke. Bi taybetî 20 sal di nava civaka êzidî de kar û xebat meşandin, serdana hemû pêşengên civaka me rûsipîyên me dikir. Ji muxtaran heta oldaran digot pêwîst e ku pêşengtiyê ji civakê re bike. Bêyî ku bêje ‘ez westiyam e’ kar û xebat meşandin. Kêlî bi kêlî her di nava tekoşînê de bû û ji bo tifaqa civaka êzidî kar dikir. Hevalê Zekî ji me re mînak bû.”

Hevserokê TEV-DEM’ê: Divê em wesiyeta Mam Zekî bi cîh bînin

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Rojava Xerîb Hiso di merasîmê de ev axaftin kir:  “Tişta bingehîn û pêwîst ji me re ew e ku em tifaqekê ava bikin. Bi tifaqa xwe em ê pêşî li qirkirin û êrîşan bigirin. Ger ku em vê tifaqê pêk neyînin, wê êrîş zêdetir bibin. Hebûna Êzdiyatiyê hebûna Kurdistan û kurdan e. Ji ber vê tu êrîş ji hev qût nînin. Divê em herdem li hemberî êrîşan şiyar bin û ev jî serhildane, berxwedan û têkoşîn e. Diviyabû me heta niha xwesteka Mam Zekî pêk bianiya. Ev wesiyet ji hemû kesan re derbasdar e.”

Di merasîmê de li ser navê hevpeymaniya çar partiyên êzidî yên Şengalê Şêx Azad, li ser navê TAJÊ’yê Xoxê Cindo, Qaymeqamê Şengalê Fahid Hemed, li ser navê oldarên civaka êzidî Mam Faxir jî axivî û hestên xwe anîn ziman.

Piştî merasîmê xêr hat belavkirin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar