Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Di bombebarana Mexmûr û Şengalê de sivîl birîndar bûn

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk şevê din saet di 00:00’an de bi balafirên şer êrîşî Şengal, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Êrîşa li dijî Mexmûrê 40 deqeyan berdewam kir.

Dewleta tirk li Şengalê navçeya Xanesorê û her wiha nexweşxaneya Serdeştê hedef girt. Hat zanîn ku di encama bombebarana dewleta tirk sivîl birîndar bûn lê belê agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Li herêmê kampek heye ku Şengaliyên piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 2014’an ji cih û warê xwe bûn, lê dimînin.

Bombebarankirina Mexmûrê

Li Mexmûrê jî dewleta tirk 40 deqîqeyan bênavber herêmên sivîlan, çiyayê Qereçox û herêmên Miştenûrê bombebaran kir. Piştî bombebaran şêniyên wargehê hewl da bi konvoyekê xwe bigihînin qadên hatine bombekirin lê belê balafirên şer bombe li rêgeha konvoyê jî barandin.

Li gorî agahiyên destpêkê yên ji çavkaniyên xwecihî yên li Wargeha Mexmûrê, di bombebarana giran a balafirên şer de tiştek bi kesî nehat lê belê zeviyên ku sivîlan ji bo çêrandina sewalan xwe bi kar dianîn şewitî. Hat zanîn ku hêj jî balafirên keşfê yên dewleta tirk li ser asîmanê wargehê digerin. Balkêşe ku di dema êrîşê de tevî ku ceryana hemû herêmên li derdora wargehê hebûn, tenê ya wargehê hatibû qetilkirin.

Gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê balafirên şer ên dewleta tirk ve hatin bombebarankirin. Balafirên şer bombe li çiyayên Direbî, Kozînê, Balayan û çiyayê Nasir bombebaran kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar