Li nêzî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê vê êvarê balafirên bê mirov ên dewleta tirk a dagirker li wesayîtakê dan.
Di êrîşê de jinek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.
Cenazeyê jina şehîd bûyî rakirin Tiba Edlî ya Silêmaniyê. Rewşa birîndaran baş e û rakirin nexweşxaneya Çemçemalê.
Hêjayî gotinê ye ku di 4’ê cotmehê de jî li nêzî navçeya Çemçemalê seyareyek ji aliyê balafirek bêmirov ve hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûbûn. SILÊMANÎ