Li Amediyê di 16’ê gulanê de li dijî 2 wesayîtên artêşa tirk çalakî hatibû kirin. Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku di çalakiyê de herî kêm 9 leşker hatine kuştin û 21 jî birîndar bûne
Di 16’ê gulanê saet derdora 11.30’an de li herêma Suwara Tuka ya li nêzî bajarokê Sersingê ya Amediye ya Duhokê li dijî 2 wesayîtên leşkerî yên artêşa tirk çalakî hatibû lidarxistin. Hat zanîn ku di çalakiyê de herî kêm 9 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin.
Têkildarî mijarê çavkaniyên ji herêmê ragihand ku di teqînê de 9 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin û 21 leşker jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ji leşkerên birîndar bûn yek jê efser bû û li nexweşxaneyekê Tirkiyeyê miriye.
Heta niha tu hêzan berpirsyariya çalakiyê li xwe negirtiye. DUHOK